Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî civîna salane ya Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê bû
- 21-12-2025
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro’ beşdarî civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê bû.
Di civînê de, desteya Serokatiyê a Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê û hevserokên deste, nivîsgeh û daireyên Meclisa Rêveber a Tebqayê amade bûn.
Civîn bi nirxandina geşedanên siyasî yên herî girîng li ser asta cîhanî û herêmî dest pê kir, piştre rapora xebata salane ya Meclisê a 2025’an ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber, Semer El-Şehabî ve hate xwendin, ku xebatên di nav salê de hatine kirin, ji bilî nirxandina projeyên xizmetguzariyê yên ku di sektorên cûda de hatine bicîhanîn an jî li ser wan xebitîn, di nav xwe de girt.
Her wiha raporê behsa zehmetî û astengiyên herî berbiçav ên ku meclis û saziyên wê pê re derbas bûn û çareseriyên ji bo derbaskirina wan kir, ji bilî plansaziyê xebatê yên pêşerojê yên ku armanca wan baştirkirina rastiya karên îdarî û xizmetguzariyê ne, da ku pêdiviyên gelê kantona Tebqayê werin bicîhanîn.

