Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê dest bi projeya çandina daran li devera parastî ya Çiyayê Kezwanan bi navê şehîd Ehmed Mihemed kir

Îro Duşem Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya hewildanên ji bo parastina qadên xwezayî û zêdekirina şînatiyê de, dest bi projeyeke nû ya darçandina li Herêma Parastî ya Çiyayê Kezwanan bi navê Daristana Şehîd Ehmed Mihemed, kir. Di projê de dê hezar dar du hundirê herêmê de werin çandin.

Di merasîma destpêkirina projeyê de Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê spasiya hemû sazî û aliyên beşdarî serkeftina vê projeyê bûne, kir. Her wiha tekez kir ku ev însiyatîf di çarçoveya stratejiya desteyê de ye ku armanca wê zêdekirina rûberên şînatiyê herêmên xwezayî de û destnîşan kir ku xebatên ji bo avakirina bendên stratejîk ên ku bi av û enerjiya rojê ve hatine sazkirin li rezervên cûda têne meşandin da ku domdariya wan were misoger kirin.

Hevseroka Gerîndeya Jîngehê ya Hesekê Rofend Ebdo jî piştrast kir ku girîngiya vê projeyê di warê jîngehê de mezin e ji ber ew destekê dide jinûve vejandina rûberên şînatiyê yên ku zerar dîtine, hevsengiya jîngehê diparêze û pirrengiya jiyanî li herêmê, xurt dike.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef jî îşaret bi rola şehîdan kir û tekez kir ku xwîna wan bingeha sereke di berdewamiya jiyanê de û wiha got: “Xwîna şehîdan tova berdewamiya jiyanê ye û em ê ji bo wefedariya bi wan re rêya wan bişopînin.”

Piştî bidawîkirina axaftinan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê û gerîndeyên jîngehê yên Hesekê dest bi çandina daran kir û bi vê yekê dest bi projeyê li ser rûyê erdê, hate kirin.