Meclisa Demokratîk a Gelan qanûna bûdceya giştî ya sala 2026`an derxist

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya 121`an lidar xist da ku reşnivîsa qanûna bûdceya giştî ya 2026`an nîqaş bikin.

Desteya Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan, endamên meclisê ji kantonên cûda, Hevserokatiya Desteya Giştî ya Darayî ya Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Di civînê de madeyên projeya qanûna bûdceyê hatin xwendin û nîqaşkirin. 42 made hatin pêşandan, bendên darayî hatin nîqaşkirin û guhertinên pêwîst di hin madeyan de hatin çêkirin ku ew jî li gorî xwestekên pêvajoyê, pêwîstiyên xizmetguzerî û pêşxistina civakê ne.

Beşdaran mekanîzmayên belavkirina budceyê li kantonan û pêşîniyên xerçkirinê nîqaş kirin da ku berdewamiya xebatê saziyan were misogerkirin û aramiya aborî were zêdekirin. Her wiha Qanûna Budceya Giştî ya 2026`an xistin dengdanê ku ji 1`ê Çileyê 2026`an ve bibe qanûnek karîger.

Di civînê de pêşniyara nûjenkirina sê bajaran li Kantona Tebqayê (El-Dibsî, Meskene û Dêr Hafir) û nûjenkirina bajarê başûr li Kantona Dêrazorê, hate erêkirin.