Şandeyek ji Meclisa Demokratîk a Gelan beşdarî civîna salane ya Meclisa Gelan a Kantona Tebqayê bû

Şandeyek ji Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro beşdarî civîna salane ya Meclisa Gelan a Kantona Tebqayê bû. Civîn ji bo nirxandina xebatên ku di pêvajoya çûyî de hatine kirin, hate lidarxistin.

Di civînê de xêrhatina beşdaran hate kirin, raporên salane yên 2025`an hatin xwendin, raporên meclisên pîvanan, Meclisa Rêveber, Yekîtiya Şaredariyan jî hatin pêşkêşkirin. Ew jî di çarçoveya xurtkirina koordînasyona sazûmanî û yekîtiya xebatan li ser asta kantonê, misogeriya beşdarbûna hemû pêkhateyan di pêvajoya biryardayînê de û pêşxistina mekanîzmeyên kar, hate kirin.

Her wiha di civînê de beşdaran gelek tevlîbûn kirin ku behsa zehmetî û astengiyên herî berbiçav ku rastî xebatê wan tên hate kirin û tekezî li ser girîngiya derbaskirina wan di sala pêş de bi ruhê berpirsiyariya kolektîf û bi awayekî ku alîkariya xurtkirina rola meclisên gel, baştirkirina pêkanîna wan ji bo xizmetkirina civakê û xurtkirina rêbaza xebata demokratîk, kirin.