Daxuyanî bi boneya Cejna Kîristmas

Bi boneya Cejna Kîristmas, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev cejin li gelê me yên Xiristiyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê û cîhanê pîroz dike û ji wan re cejnên tijî xêr, aştî û aramiyê hêvî dike.
Di vê boneya pîroz de, em tekez dikin ku hemû olên ezmanî banga nirxên evîn û rêzgirtinê ji bo mirovahiyê dikin, nefret û tundiyê red dikin, û bi hev re bixebitin da ku civakên ku edalet û aştî tê de serdest bin, ku her kes bi rûmet û wekhevî bi hev re bijî, ava bikin.
Em hêvî dikin ku Cejna Kîristmas bibe fersendek ji bo pêşxistina giyanê biratî, hevgirtin û jiyana hevbeş, û bibe rojek aştî û azadiyê, ku tê de nirxên mirovî yên ku gelên herêma me, bi ol û paşxaneyên wan ên pêkhateyan re yek dike, werin nûkirin.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bawer dikin ku her cejnek ji her pêkhate, ol an mezhebî cejnek ji bo her kesî ye, ji ber ku herêma me bi rewşek hevgirtin, piştgirî û jiyana hevbeş a dîrokî ve tête diyar kirin, ku cihêrengî kiriye çavkaniya hêz û dewlemendiyê, û bingehek ji bo aramiya civakî.
Di dawiyê de, em hêvî dikin ku Cejin û Sala nû destpêka qonaxeke nû li Sûriyeyê nîşan bidin, ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ve biçin, ku hemû Sûrî tê de ewlehî, azadî, edalet û aştiyê bi dest bixin.

Sersala we pîroz be, û Cejna Kîristmas pîroz be û saleke nû ku hêviyê bîne ji bo Sûriyê û gelê wê.