Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Noelê beşdarî Ayîna Îlahî bû
- 25-12-2025
Civaka Suryaniyên Ortodoks Cejna Noelê pîroz kir, Xiristiyanên bajarê Hesekê û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Îsa ji saetên sibê ve berê xwe dan dêran.
Da ku beşdarî Ayîna Îlahî û guhdarîkirina îlah û stranên olî yên ku di vê boneyê de atmosfera şahî û hêviyê nîşan didin, bûn.
Ayîna Noelê li Dêra Mar Gerges li Hesekê bi serokatiya keşe Mûrîs Amsîh, keşeyê Czîrê û Firatê, hate lidarxistin. Nimêjên taybet hatin kirin ku banga aştî, hezkirin û redkirina tundiyê hat kirin û ji Xwedê hate xwestin ku ewlehî û aramiyê bîne tevahî welêt û cîhanê.
Di ayînê de axaftin hatin kirin û îşaret bi girîngiya pêşxistina nirxên lihevkirin û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên civakê de û xebatên hevbeş ji bo pêşerojeke aştiyê hate, kirin.
Ayîn bi pêxistina mûman û pêxistina agirê hêviyan bi dawî bû û keşe, keşîş û diyacon di nav beşdaran de li dora dêrê geriyan.

