Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel nûnerên saziyên olî, sivîl û ewlehiyê, bi boneya Cejna Noelê serdana Xiristiyanên kantona Cizîrê kirin da ku Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz bikin û kêfxweşiya gelê Xiristiyan parve bikin.

Şande ji Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ligel nûnerên Desteya Hundirîn, Desteya Jin,û Meclisa Malbatên Şehîdan pêk dihat.

Şande serdana meclisa milî ya Suryaniyan li Dêra Mar Yaqûb li Qamişlo, nivîsgeha Partiya Yekîtiya Suryaniyan û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) di nav xwe de digirt.

Di hevdîtinan de, şandeyê Cejna Noelê li gelê Xiristiyan pîroz kir, û girîngiya xurtkirina çanda jiyana hevbeş û pêşxistina nirxên biratiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de wekî stûnek bingehîn a aştiya sivîl û aramiya civakî destnîşan kir. Her wiha pêwîstiya hevkarî û temsîliyeta pêkhateyên cuda di pêvajoya avakirina Sûriya nû de diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên siyasî û ewlehiyê yên pêkhateya Suryan tekez kirin ku yekîtiya gelên herêmê di vê qonaxa hesas de bingeha aştiya sivîl pêk tîne, û girîngiya nivîsandina destûrek neteweyî ya nû ku maf û azadiyên hemî pêkhateyan garantî bike û xwestekên wan ên rewa ,nîşan bide.