Meclisa Rêveber a Kantona Dêrezorê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Rêveber a kantona Dêra Zorê civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Rêveberiya me temsîla me dike… Yekîtîya me hêza me ye… Xebata me nasnameya me ye… Em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin” li dar xist, di civînê de xebatên ku di sala 2025’an de hatine kirin hatin nirxandin û planên xebatên pêşerojê ji bo sala pêş de hatin danîn.

Di civînê de,cîgirê Hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El-Silêman, endamên Desteya Serokatiyê yên Meclisa Rêveber a Kantona Dêra Zorê û Meclisa Gelan a Dêra Zorê, rêveber û endamên saziyên rêveberiya kantonê amade bûn.

Di destpêka civînê de, Yasir El-Silêman axivî û li ser geşedanên siyasî li Sûriye û herêmê, bi taybetî jî li ser rêça danûstandinên di navbera nûnerên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a li Şamê de axivî.

Piştre rapora salane ya Meclisa Rêveber hate xwendin, ku tê de girîngtirîn kar û destkeftiyên ku di sala 2025’an de pêk anîne, bi taybetî xebatên sererastkirin û pêşxistina binesazî û xizmetguzariyan, hatin destnîşankirin. Di raporê de temamkirina 151 projeyan li hemû beş û sektorên kantonê, bi lêçûna 13,456,452 dolarên Amerîkî, ku di navbera avakirina îstasyona avê, çêkirina rêyan, avakirina dibistan û nexweşxaneyan û xizmetguzariyên din de hatine belavkirin, eşkere bû.

Di civînê de her wiha senevezyonek derbarê karê ku Meclisa Rêveber li Dêra Zorê pêk aniye, hat pêşkêşkirin, û piştre beşdaran li ser zehmetiyên ku di sala 2025’an de rastî kar hatine, û rêbazên derbaskirin û çareserkirina wan di sala pêş de nîqaş kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêra Zorê, Mihemed El-Dexîl, di civênê de axivî û, got ku hevkarî û hevgirtina saziyan tevî zehmetiyan jî di xebatê de serkeftin bi dest xistiye.

Û got: “Em zarokên herêma xwe ne, ji ber vê yekê em ji pêdiviyên herêmên xwe, û em dizanin êş li ku ye. Li ser vê bingehê, me xebitî û bi ser ket. Me giraniya xwe danî ser wan û herî zêde ji aliyê gel ve pêwîst in, ji ber vê yekê bala me li ser kalîteyê bû, ne li ser mîqdarê, û li ser tiştên ku rasterast bandorê li jiyana gel dikin.”

Mihemed El-Dexîl diyar kir ku wan ji bo sala bê plan û projeyên baş bi asteke piştgirîyê ya ji îsal bilindtir amade kirine, û wan pêşînî daye Saziyên Avê, bi taybetî çalakkirina stasyonan û avakirina stasyonên nû, ji bilî ku bi dabînkirina alavên nûjen bal kişandiye ser rewşa tenduristiyê ya li sazî û nexweşxaneyên xwe.

Civîn bi hin encamên girîng bi dawî bû û wiha ne ;

1. Bicîhanîna encamên konferansa yekem, di nav de girîngîdana rola komînan.

2. Xebata ji bo reformkirina sîstema rêveberiyê di sazî û komîteyan de da ku li gorî ast û ezmûnê be, bi vî awayî pêkanîna prensîba danîna kesê rast di cihên rast de.

4. Ji bo baştirkirina pratîkên rêxistinî, lidarxistina dewreyên perwerdeyê ji bo xebatkarên saziyên rêveberî.

5. Pêşxistina databeseke berfireh ku hemû sektoran vedihewîne da ku wekî bingehek ji bo pêşxistin û çêkirina planên pêşerojê xizmet bike.

6-Aktîvkirina rola ragihandinê di hemû sazî û komîteyan de ji bo misogerkirina şefafiyetê û ragihandina wêneyê rastîn, bi vî awayî pêşîgirtina li belavbûna axaftinan li ser medyaya civakî.

7. Aktîvkirina rola çavdêriyê di sazî û komîteyan de bi rêya avakirina nivîsgeh vekolîna navxweyî yên taybet.

8-Çavdêrîkirina pêkanîna budçeya salê ya 2026’an li gorî qanûna budçeyê û pejirandina wê.

9. Balkişandina ser kişandina pisporên jêhatî ji bo baştirkirina kalîteya karê rêveberiyê.

10. Xebata ji bo zêdekirina dahatan û kêmkirina xerciyan.