230 malbatên Iraqî ji kampa Holê derbasî Iraqê bûn

Di çarçoveya hevkariya hevbeş a di navbera rêveberiya kampê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bi hevkariya Komîteya Ewlehiyê û Komîteya Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro Duşemê 230 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin.

 

Ev koma 32’an ne a malbatên Iraqî ye ku ji kampê têne derxistin, û ya dawî di vê salê a 2025’an de ye, ku ji 840 kesan ji komên temenî yên cûda pêk tê.

 

Biryar e ku malbat bi karwanekî rêxistinkirî, bi tedbîrên ewlekarîyê , ji kampa Holê ber bi Iraqê ve biçin, da ku xwe ji nû ve tevlî bernameyên hikûmetê yên taybet bikin.