Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya xebatên xwe yên di sala 2025’an de kirine, eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Çarşemê ji bo nirxandina xebatên xwe yên di sala 2025’an de kirine civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de daxuyaniyek hat xwendin ku tê de hûrguliyên xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salê de hatin vegotin. Daxuyanî wiha bû:

Ji bo gelê me û raya giştî
Di kêliyeke dîrokî de, dema ku pirsgirêk li hev dicivin û hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya civakên me pir dibin, Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî parêzvanek bêwestan, serbilind, dîwarek zexm û stûnek bingehîn ji bo parastina jiyana mirovan û parastina aştiya sivîl, radiwestin. Ev hêz, ku ji nav bahozên terorê û tevliheviyên rewşa siyasî û ewlehiyê çêbûne, ji ber pêwîstiya ewlehiyê derketine holê û li ser nirxên dîsîplîn, fedakarî û berpirsiyariyê hatine damezrandin, îro bûne sembola aramiyê û mertalek ku hemû pêkhatiyên civakê diparêze.

Li ser bingeha baweriya me ya xurt ku ewlehî ne karek yan jî kiryarekî demkî ye, lê belê fermanek exlaqî û berpirsiyariyeke dîrokî ye, ku aramiya rastîn bi hevkariya bi civakê re û rêzgirtina ji bo qanûnê tê avakirin, em vê rapora salane pêşkêşî gelê xwe, medyayê û raya giştî dikin. Ew wek belgeyeke zelal kar dike ku rastiya pêvajoyên ewlehiyê yên di sala 2025`an de nîşan dide û tomareke rast a keda bêwestan ên endamên ku bi şev û roj xebitîn, û bi çespandin li dijî teror, sûc û hewldanên tevlîheviyê, rawestiyane.

Ev daxuyaniya ne tenê pêşkêşkirineke hejmarî ye, lê belê belgeya saleka xebata berdewam e û nîşaneya berpirsiyariya mezin a ku hêzên ewlehiya hundirîn hilgirtine li ser mile xwe. Ev hêz qet ne amûreke ewlehiyê ya kevneşopî ye, lê belê saziyeke civakî ye ku li bi gel mezin bûye, wan parastiye û hêz û rewatiya xwe ji baweriya wan wergirtiye.

Di vê salê de, rêya erkê me ne bi ewlehiyê, lê bi qurbaniyan hatibû danîn. Çil û çar şehîd ji kur û keçên vê saziya ewlehiyê dema ku sonda xwe ya parastina axê û parastina rûmeta gelê xwe pêk dianîn, ketin. Xwîna wan a paqij wateya sebir û fedakariyê nivîsand. Nod û yek kesên din birîndar bûn, di laşên xwe de nîşanên dilsoziya bi sonda xwe hildigirin. Tevî êşa xwe, ew şahidên zindî ne ku ewlehiya vê herêmê bi qurbaniyên bêpîvan û vîneke neşikestî hatiye çêkirin.

Her wiha, em ji gelê xwe re hurgiliyên karê xwe yê ewlehiyê yê ku me pêk aniye, da ku herêma me di aramî û ewlehiyê de be.

Karên Ewlehiya Giştî
Hêzên me yên di Rêveberiya Ewlehiya Giştî de, li ser bingeha xebata ewlehiyê ya hûr û analîzên profesyonel, bi armanca pêşîgirtina li her gefên potansiyel ên li ser ewlehiya sivîlan û rûbirûbûna şaneyên terorîst û hewldanên bêîstîqrarkirina welêt berî ku ew çêbibin, operasyonên ewlehiyê yên proaktîf pêk anîn.

Karên Ewlehiyê yên Sereke:
 40 operasyonên hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî re hatin lidarxistin.
 Eşkerekirin û girtina 43 şaneyan, di nav de 23 şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê.
 Hejmara heyberên teqandinê yên ku hatine vekirin gihîşt 57 heyberan.
 Hejmara kesên hatine girtin: 1722.
 Hejmara teqînan: 177.

Çekên ku bi bi şaneyan re hatine desteserkirinÊ
 15 Kilanşînkov.
 10 Demançeyên pîvan .
 1 Bêdengek.
 2 Diron.
 1 BKS.
 3 Tifingên nêçîrê.
 4 Erebe
Van hewldanan beşdarî kêmkirina xetereyên potansiyel, zêdekirina aramiyê li deverên hedefgirtî û têkbirina komployên ku armanc dikirin qelskirina biryardariya hêzên me û çandina kaos û nakokiyan di nav civakê de, bûn.

Hêzên Taybet (H.A.T.)

Hêzên Taybet, bi pileya xwe ya li ser asta herî bilind a amadebûn û dîsîplînê, di pêkanîna operasyonên pispor û êrîşên rast de roleke girîng lîstin. Operasyonên wan ên herî berbiçav ev in:

 Hejmara serdegirtinan: 146.
 Hejmara kesên ku hatine girtin gihîştiye 320 kesan, ku hemû li gorî dosyayên dezgehên ewlehiyê hatine girtin.
Çekên ji kesên ku di derbarê hemû dosyayên ewlehiyê de hatine desteserkirin ev in:

– 136 Çekên Kalaşnîkov
– 46 Demançe
– 48 Tifingên Nêçîrê
– 571 Cercşrên Çekan ên Cûrbecûr
– 7 Çekên BKS
– 64 Bombeyên Destan ên Cûrbecûr
– 2 Dûrbîn
– 2 Guleyên RPG
– 464 Guleyên 5.5 Mm
– 11,200 Guleyên Kalaşnîkov
– 474 Guleyên Demançe
– 2,902 Guleyên Tifinga BKS
– 39 Heşweya Teqemenî û Roket
– 3,078 Guleyên AKC
– 75 Guleyên M16
– 50 Guleyên Segvanî
– 4 Dûrbînên Dîtina Şevê
– 2 Dûrbînên 8 mm
Her wiha bi dehan cîhazên elektronîkî, di nav de telefon, komputer û hard hatin desteserkirin.

Têkoşîna li dijî Tawanê:
Bi baweriya ku ewlehiya rastîn bi parastina jiyan û rûmeta welatiyan dest pê dike, hewldanên me li ser têkoşîna li dijî sûcên ku rasterast aştiya civakî tehdît dikin, di serî de sûcên kuştinê û rêxistinkirî, sekinîne.

Çalakiyên Sereke:

– 149 dozên kuştina bi zanebûn, ku di encamê de 214 kes hatin girtin.
– 189 dozên hewldana kuştinê, ku di encamê de 220 kes hatin girtin.
– 56 dozên xwekuştinê, ku di encamê de 15 kes hatin girtin.
– 191 dozên sextekirina belgeyên fermî û pereyan, ku di encamê de 256 kes hatin girtin.
– 75 dozên diziya nasnameyê, ku di encamê de 79 kes hatin girtin.
– 1450 dozên sextekarî, dizî, diziya çekdarî û revandinê, ku di encamê de 2378 kes hatin girtin.
– 58 dozên destdirêjî û fihûşê, ku di encamê de 126 kes hatin girtin.
– 25 dozên gendeliya rêveberî, ku di encamê de 58 kes hatin girtin.
– 61 dozên kolandina neqanûnî ya şûnwaran bûn sedema girtina 147 kesan.

Xurtkirina bicihkirinên ewlehiyê û tedbîrên pêşîlêgirtinê beşdarî bilindkirina hesta ewlehiyê û xurtkirina baweriyê di navbera civakê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de bûye.

Têkoşîna li dijî Madeyên Hişber

Meseleya madeyên hişber yek ji pirsgirêkên herî cidî ye ku civakê, bi taybetî ciwanan hedef digire, û hêzên me ew wekî pêşîniya herî bilind dane wê.

Operasyonên Sereke:

– 355 dozên bazirganiya madeyên hişber.
– 486 dozên pêşvebirina madeyên hişber.
– 2,113 dozên karanîna madeyên hişber.
– Hejmara giştî ya girtiyan: 4,334 kes.

Bi giştî amûrên Desteserkirî:

Bi giştî desteserkirî:
Kaptagon 4,431,000 heb
Crystal Meth 6,117 kg
Heşîş 100,181 kg
Cîgarên Heşîşê 109 cigare
macûna Heşîşê 3,369 kg
Pelên Heşîşê 774 kg
Şitên Heşîşê 331 şitil
Pregabalin 1450 heb
Tramadol 1135 heb
Amûrên standunê 3399 amûr
Hebên narkotîkê yên cûrbecûr ên bi bandora benckirinê 600 heb

Hejmara kesên ku hetina girtin: 4334 girtî, di nevbera bazirgan, belavker û yên distînin.

Hêzên Operasyonan:
Ev hêz di operasyonên xwe yên li dijî kesên xwestî û yên tevlîheviyê dikin û bêqanûn de pişta beşên ewlehiyê ne. Ew di girtina kesên xwestî de û meşandina pêvajoyan li dijî sûcdaran de piştgiriyê didin beşan.
Hejmarek çek hatin desteserkirin, wekî jêrîn:
– 107 Çekên Kalaşnîkov
– 3,400 Guleyên Kalaşnîkov
– 55 Demance
– 160 Guleyên Demancê
– 150 Guleyên BKS
– 330 cercûrên Kalaşnîkovê
– 30 Bombeyên Destan

Polîsên Trafîkê

Li ser bingeha prensîba ku ewlehiya trafîkê beşek yekgirtî ya ewlehiya civakê ye, beşên trafîkê tevgera xwe ji bo herikîna trafîkê birêkûpêk bikin û qezayan kêm bikin berdewam dikin.

Destkeftiyên sereke:

– 758,627 Binpêkirinên Trafîkê.
– 50,084 Destûrnameyên Ajotinê Hatine Dayîn.
– 127 Xulên Perwerdehiyê.
– 3,732 Qezayên Trafîkê.
– 2,210 Birîndar
– 219 Mirin.

Kulîje û Dibistan:

Kulîje û dibistanên ji bo ku xuleyên perwerdeyê bi rêkûpêk bin kar kirine û hewl dane ku perwerdeker pêş bixin û qadan berfireh bikin, da ku ferihbûna pîşedariyê bi dest bixin û endaman bi awayekî rast perwerde bikin, da ku bi endamên civakê re bi ruhê hevkariyek niştiman ya rastîn re têkilî deynin. Wan ev kar bi dest xistine:

– 20 xuleyên perwerdeyê temam bûne, ku dabeşî xuleyên taybetî, tevlîbûn û bilindkirina jêhatiyan bûne.
– 2 xuleyên rêze efseran temam bûne.
– 1 xuleya ji bo rêze efserên temam bûye.
– 177 efser derçûn.
– 47 rêze efser derçûn.
– 1044 derçûnên mêr û jin.

Ku van xuleyên perwerdeyê qadên hiqûq, mafên mirovan, dîsîplîn û taktîkê vedihewîne.

Di sala 2025an de, Hêzên Parastina Jîngehê ji bo berfirehkirina têgeha ewlehiya berfireh û tekûz, li ser bingeha peymana civakî, ji bo parastina çavkaniyên xwezayî, kêmkirina binpêkirinên jîngehê û zêdekirina hişmendiya civakê li herêmên me, hatin damezrandin.

Amarên Giştî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin:

Di nav salê de, Konferansa Çaremîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, ji bo xurtkirina avaniya rêxistinî û zêdekirina hejmara endaman hate lidarxistin. Nivîsgeha gilî û gazindan li bajaran hatin damezrandin, kampanyayên ewlehiyê li kampên El-Hol û Roj hatin lidarxistin. Her wiha, sê xileyên perwerdehiyê yên îdeolojîk, leşkerî û pisporî hatin lidarxistin.

Di êrîşên dawî de, endameke me şehîd ket û pênc endamên hêzên me birîndar bûn.
Amarên tomarkirî:
– 1242 gilî hatine wergirtin
– 32 dozên bikaranîna madeyên hişber hatine lêkolînkirin
– 39 dozên sextekarîyê
– 52 xwekuştin
– 132 hewlên xwekuştinê
– 92 dozên kuştinê ku sûcdar jin bûye
– 108 dozên kuştinê ku qurban wê jin bûye.

Zehmetiyên Giştî yên Ku Hemberî Hêzên Me Hatin:

Tevî van destkeftiyan, hêzên me bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man, yên herî berbiçav ev bûn:
 90 pêvajoyên terorê ji hêla DAIŞê ve
 150 êrîşên bi dron
 1423 êrîşên bi roket
 6 êrîşên li ser tankerên petrolê hatin tomarkirin.

Her wiha herêmên me rastî şerê ragihandinê û hewildanên gurkirina fitneyan hatin.
Hewldanên handana nakokiyan. Aloziyên ewlehî û siyasî.
Ev bi planên baş-fikirî yên ku aramiyê diparêzin têne çareserkirin.

Di encamê de:

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo xebata di çarçoveya qanûn û ruhê dadê de, ji bo xurtkirina hevkariyên berpirsiyar bi civakê re, û ji bo rûbirûbûna bi biryardarî ya her tiştê ku ewlehî û aramiya welatiyan tehdît dike, tekez dikin.

Ewlehiya vê herêmê qet tedbîrek demkî nebûye, lê belê hilbijartinek stratejîk û berpirsiyariyek niştîmanî bûye ku bi saya qurbaniyên mezin û xwîna ku li ser vê axê hatiye rijandin, bêyî ku girêdayîbûn an nasname çi be – xwîna kur û keçên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Êzîdî û hemû pêkhateyên din ên ku bi hev re tevnek neteweyî ya yekgirtî û çarenûsek hevpar ava dikin, hatiye çêkirin.

Bi dilsoziya van qurbaniyan, û li gorî wateya şehadetê ku bingehên aramiyê danî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn erkê xwe wekî saziyek yekgirtî, parêzvanek ji bo civakê, û garantîkerek ji bo aştiya navxweyî a domdar pêk tînin.

Ewlehî berpirsiyariyeke serwer û exlaqî ye ku tawîzan qebûl nake, û parastina civakê pabendbûneke mayînde ye ku rûmeta mirovan û aramiyê diparêze û bingehên pêşerojê li ser bingeha dadwerî, jiyana hevbeş û hevkariya rastîn di navbera hemû gelên herêmê de datîne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Çarşem, 31’ê Kanûna 2025’an