Daxuyaniya pîrozbahiyê
- 31-12-2025
Bi boneya sala nû ya zayînê 2026`an
Em silav û pîrozbahiyên xwe yên herî germ ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû gelê Sûriyê re dişînin û em hemû bi hêvî ne ku sala bibe sala aştî, aramî, ewlehî û rêyeke ber bi pêşerojek geş û tijî demokrasiyê ji bo Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê re.
Bi vê boneyê em şehîdên xwe yên ku ji bo pêkanîna aştîm azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirin, bi bîr tînin.
Em piştrast dikin ku diyalog û rêya danûstandinên demokratîk baştirîn çarestî ji bo çareserkirina hemû nakokiyan, pêkanîna erêkirina niştîmanî, dûrketina ji çanda tundî, tevlîhevî û xîtaba nefretê ye. Her wiha divê çanda jiyana hevbeş û biratiya dîrokî, yekîtiya niştîmanî ji bo avakirina dewleteke modernît, were xurtkirin.
Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela rast a ber bi Sûriyeke yekgirtî, nenavendî, pirrengî û demokratîk ve ye.
Her sal bi kêf û xweşî
Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
