Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakurû û Rojhilatê Sûriyê Civîna Xwe a Salane li dar xist
- 04-01-2026
Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civîna xwe ya salane duh li bajarê Hesekê li dar xist da ku xebatên xwe yên di sala borî de nîqaş bike û pilansazî û bernameyên xwe yên stratejîk yê sala 2026’an ji nû ve binirxîne.
Di civînê de Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, ligel Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û endamên meclisê amade bûn.
Beşdaran rewşa siyasî ya giştî, geşedanên navneteweyî yên herî girîng ên ku cîhanê di sala 2025’an de dîtine û bandora wan li ser rastiya Sûriyeyê nîqaş kirin, her wiha guhertinên ku di rewşa siyasî ya Sûriyeyê de çêbûne û bandorên wan li ser pêşeroja welêt nirxandin.
Meclisê her wiha tekez kir ku peymana 10’ê Adarê xaleke destpêkê ya bingehîn e ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê, û diyar kir ku pêwîst e pabendbûn bi pêkanîna wê ya tevahî were kirin, nemaze di ronahiya pejirandina peymana agirbestê de.Û peyman wekî çareseriyek neteweyî ya berfireh nirxand ku hêviyên Sûriyan pêk tîne û beşdarî avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî dibe ku mafên hemî pêkhateyên wê garantî dike.
Beşdaran destnîşan kirin ku peymana 10’ê Adarê yek ji stûnên bingehîn û stratejiyên girîng di nav pêşanîyên Meclisê de ji bo sala nû ye, û tekezî li ser berdewamiya rêbaza diyalog û danûstandinan kirin ku armanc bendên wê li ser erdê werin bicîhanîn.
Di derbarê xebatên dîplomatîk de, Meclisê çalakiyên xwe yên di sala 2025’an de li ser asta herêmî, û navneteweyî, bi rêya destwerdanên nûnerên xwe yên ku bi rêya teknolojiya vîdyokonferansê beşdarî civînê bûn, nirxand, ku li wir wan bal kişand ser vebûneke navneteweyî û herêmî ya zêde ji bo projeya rêveberiya xweseriya demokratîk û modela wê ya siyasî li Sûriyeyê.
Di çarçovaya asta hundirîn de , meclisê diyar kir ku stratejiya duyemîn a plana çalakiyê ya sala bê li ser parastin û berevanîkirina destkeftiyên ku ji şoreşa 19’ê Tîrmehê vir ve hatine bidestxistin, wekî berhema têkoşînek dirêj û qurbaniyên mezin, disekine.
Di dawiya civînê de, Meclisê destnîşan kir ku stratejiya wê ya sêyemîn ji bo sala nû ew e ku hewldanên dîplomatîk ên derve xurt bike, hewlên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê bidomîne, û nirxên demokrasiyê û jiyana hevbeş di navbera gel û civakên cûda de xurt bike, bi awayekî ku beşdarî avakirina têkiliyên hevseng û erênî yên li ser bingeha diyalog û têgihîştina hevbeş bibe.

