Li Tebqayê 2’emîn Festîvala Stranan a Neteweyî hate li dat xistin

Desteya Çandê ya kantona Tebqayê 2’emîn Festîvala Stranan a Neteweyî li Navenda Çand û hunerê bi dirûşmeya “Em ji bo we distirên” li dar xist.

Di festîvalê de, hevserokên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê, nûnerên saziyan û şêniyên kantonê amade bûn.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê Elî Alaya û hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Semîra Hebeş axivîn û bi xêrhatina beşdaran kirin û girîngiya çalakî û bûyerên çandî, hunerî û wêjeyî destnîşan kirin.

Di festîvalê de gelek çalakiyên hunerî ji aliyê komên navendên çand û hunerê yên kantonên Tebqayê, Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî ve hatin organîzekirin.

Festîval bi xelatkirina beşdaran ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ve û pêşkêşkirina mûzîkê ji aliyê stranbêj Rojîn Dêrik ve bi dawî bû.