Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamnameya êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eşkere kir
- 06-01-2026
Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Heleb bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di encama êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 3 sivîl şehîd bûne û 11 jî birîndar in.
Daxuyanî wiha ye:
“Hejmara sivîlên ku ji ber êrîşa hawan û mûşekên bêserûber ku ji aliyê komên girêdyî hikumeta Şamê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate kirin zêde bû û di encama wê de 3 sivîl şehîd bûn û 11 jî birîndar. Ev jî weke encama destpêkê ye.
Topbaran bi balafirên keşfê, sekvana bi awayê rasterast û çekên giran hîn jî didome û ev yek bi awayekî rojane xeteriyê li jiyana sivîlan dike.
Berdewamiya van êrîşan li ser taxên ku sivîl bi awayekî zêde têde dijîn, binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û sûcekî eşkere yê sere ku sivîlên bêparastin hedef digire.
Her wiha çavkaniyên me piştrast dikin ku ev êrîş bi zanebûn û plankirî ne ku bi awayekî sîstematîk binesaziyê û xizmetên sereke di nav de av û kehrebeyê dikin hedef da ku zehmetiyên mirovî kûrtir bikin.”
