Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hejmara şehîd û birîndaran di encama êrîşên aliyên hikûmetê li Helebê de zêde bû
- 06-01-2026
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê diyar kir ku hejmara birîndarên ji ber êrîşên komên çekdar ên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihîştiye 26 kesan, her wiha 3’ê şehîd û du endamên wan birîndar bûn.
Ev yek di nûkirina ku ji aliyê hêzan ve li ser rûpela wan a fermî hatiye weşandin û wiha ye ;
Komên girêdayî hikûmeta Şamê bi hemû cûreyên çekên giran (tank, topên giran, roketên Grad û Katyusha, hawan û hemû cûreyên Duşka) êrîş li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd dan destpêkirin, ku zêdetirî 600,000 sivîl lê dijîn.
Topbarana giran bandor li piraniya hersê taxan kir, bi taybetî deverên (Mexselit El-Cezîre, Farûc Emar, Mizgefta El-Hesen, Mizgefta Mezin a Şêx Meqsûd, Kolana Mobîlyayan li Eşrefiyê, Kolana 15, Kolana 20, Meydana Şehîdan, El-Şeqîf, Seken El-Şebabî û Taxa Mearûf), ku bi dehan xanî û avahî ji ber ketina top û rokêtan li ser wan bi giranî zirar dîtin. Her wiha di encama topbaranê de sê sivîl, ku du ji wan jin bûn, şehîd ketin û 26 sivîl bi pileyên cûda yên giran birîndar bûn.
Di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn her sê tax parastin û hemû êrîşên wan koman têk birin, û pênc hewldanên ketina nav taxê pûç kirin. Bersiva Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû sedema hejmarek kuştî û birîndarbûna di nav refên wan de.
Li hersê taxan bêdengiyeke bi baldarî çêbû ku bi qasî du saetan dom kir, berî ku wan grûpan ji nû ve bi tundî hersê taxan hedef bigirin, nemaze bi topan, tank û roketavêjan.
