Rêveberiya Xweser ji bo şermezarkirina binpêkirinên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî meşa girseyî li Reqayê bû
- 11-01-2026
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ‘ beşdarî meşa girseyî a berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li reqayê bû
Di meşê de Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, ligel şêniyên kantona Reqayê, ama de bûn.
Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berzkirin û berxwedana keç û xortên her du taxan silav kirin
Di meşê de, Şêx Huseyîn El-Teqas li ser navê Konferansa Îslama Demokratîk û hevseroka mrclisa gelan a kantona Reqayê axivîn. Di axaftinan de binpêkirinên li dijî şêniyên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd hatin şermezarkirin û ji civaka navneteweyî hat xwestin ku di derbarê van binpêkirinan de helwestên tund nîşan bidin.

