Daxuyaniya Daireya Têkiliyên Derve
- 13-01-2026
Di 11’ê Çileya 2026’an de, li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li ber avahiya Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat lidarxistin, ku tê de hejmarek ciwanên hêrsbûyî beşdar bûn da ku komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di van demên dawî de li dijî xelkê hin taxên Helebê, di nav de Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Benî Zeyd û El-Suryan, hatine kirin, şermezar bikin.
Dîmenên tirsnak û zêdebûna gotinên nefretê li ser platformên medyaya civakî û hin kanalên fermî yên medyayê hin beşdaran han dan ku tevlî reftarên bêberpirsiyar bibin, di nav de nivîsandina daxuyaniyên ku bi rewş û rola vê saziya navneteweyî re ne lihevhatî ne, ku rêxistineke mirovî ya bêalî ye ku xizmetên xwe di sektorên cûda de li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê peyda dike.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê mijarê rasterast bi rayedarên ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li Qamişlo re dişopîne û li gorî qanûnên navneteweyî û prensîbên Rêveberiya Xweser ji bo kontrolkirina wê xebitiye. Di vê çarçoveyê de, em ji nû ve pabendbûna xwe ya tevahî ji bo parastina saziyên NY û misogerkirina bêalîbûna wan di şerê Sûriyeyê de ji nû ve piştrast dikin, bi vî rengî berdewamiya rola wan a mirovî û bêalî di xizmetkirina hemî welatiyan de bê îstîsna garantî dikin.
Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13’ê Çileya 2026’an
