Ji Raya Giştî re

Hemû cîhan şahidê sûc û binpêkirinên giran ên ku di çend rojan de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd in, li dijî sivîlan hatine kirin, bûye, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û hemû peymanên navneteweyî yên têkildar pêk tîne.

Binpêkirinên sîstematîk ên ku şêniyên her du taxan ji aliyê endamên qaşo Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve rastî wan hatine, ku çend rojan berdewam kir, di dema wan de top, tank û cûreyên cûrbecûr çekan li dijî sivîlên Sunnî yên li van her du taxan hatin bikar anîn, sûcên giran in, di nav wan de ya herî girîng sûcê hovane yê avêtina cenazeyê jina ciwan Şehîd Denîz Efrîn, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), ku 25’ salî bû, ji balkona yek ji avahiyên şêniyên yên ku ji ber topbarana top û tankên artêşa Sûriyeyê zirar dîtibû ye.

Ev kiryara hovane ji aliyê komeke mezin ji endamên artêşa Sûriyeyê ve, bi qîrîna dirûşmeyên “Allahu Ekber” û gefxwarinan, bi mebesta hewldaneke eşkere ji bo çandina tirsê di dilê sivîlan de, bi taybetî jinan, û ji bo şermezarkirin û terorîzekirina hemû Sûriyeyiyên ku nêzîkatiya dûrxistin û zordariyê red dikin, hat kirin

Ev kiryara hovane li gorî madeya (8) a Qanûna Romayê sûcek şer e, û digihîje asta sûcên li dijî mirovahiyê yên ku di madeya (7) a heman Qanûnê de hatine destnîşankirin, ji ber ku ew tevgereke kolektîf û siyaseteke sîstematîk e ku ji aliyê endamên Wezareta Parastinê ya di hikûmeta demkî de û fraksiyonên di bin sîwana wê de tê kirin. Ev yek bi tiştê ku di qirkirina cenazeyê yek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirûn li Şêx Meqsûdê, derxistina dilê wî û weşandina wêneyên cenazeyê wî li ser medyaya civakî de qewimî, tê piştrast kirin.

Em, di Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, sûcê qirkirina cenazeyan û binpêkirina eşkere ya pîroziya miriyan, sûcên ku li gorî Peymanên Cenevreyê têne sûckirin, bi tundî şermezar dikin. Her wiha em sûcê windakirina bi zorê ku bandor li bi sedan sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiriye, bi tundî şermezar dikin û em daxwaz dikin ku Hikûmeta Demkî bi lez çarenûsa wan eşkere bike û ewlehiya wan li gorî bendên Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi Zorê garantî bike.

Her wiha em Wezaretên Hundir û Parastinê yên di hikûmeta demkî de bi tevahî berpirsiyarê van sûcan dibînin, û em daxwaz dikin ku ev pêkanîn, ku êdî ne bûyerên tesadûf an jî yên tenê ne, lê bûne siyasetek sîstematîk ku li gelek deverên erdnîgariya Sûriyeyê dubare bûye, bi lez bi dawî bibin.

Li ser vê bingehê, em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Mafên Mirovan û koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku tedbîrên lezgîn û bibandor bigirin da ku sûcdarên van sûcan hesab bidin, û komîteyên lêpirsînê yên serbixwe û zelal ava bikin da ku belgekirina binpêkirinan û darizandina berpirsiyaran misoger bikin, da ku edalet û dadperwerî ji bo qurbaniyan û malbatên wan pêk were, û tekez bikin ku sûcdar ji cezayê nerevin.

Rewabûn ji bo desthilatdariyek ku li dijî gelê xwe wehşetê dike
Bêdengiyek li hember qirkirina cenazeyan û binpêkirina rûmeta mirovan tune
Û ji bo windakirinên bi zorê yên ku jiyana bi sedan kesan didizin tune

Qehreman Namirin , şifaya lezgîn ji birîndaran re .

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmq Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
15’ê Çileya 2026’an