Rêveberiya Xweser tev li meşa ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bû
- 15-01-2026
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro tev li meşa ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ve hate lidarxistin, bû. Meş ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate idarxistin.
Şêniyên Reqayê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan jî tev li meşê bûn.
Di meşê de dirûşmeyên silavkirina QSD`ê û Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin berzkirin
Di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Deniz Çiya û Feraşîn Efrîn ku di Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn, hate xwestin. Her wiha wesîqeyên şehadeta wan radestî malbata wan hate kirin.

