Ji bo piştgiriya Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Hesekê meşeke girseyî hat li dar xistin
- 15-01-2026
Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê, bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, em ê azadiya gel ferz bikin” îro meşek girseyî li dar xist.
Meş ji çerxerêya Hemame dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî ve dewam kir, bi beşdarbûna saziyên rêveberiya xweser a sivîl û leşkerî, her wiha bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê ji pêkhateyên cûda.
Çalakiyên meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre şêwirmenda Meclisa Bajarê Hesekê Kilara Reqa axivî û diyar kir ku berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di dîroka gelê Kurd de rûpelek bi rûmet e, şerê ku her du taxan lê hatine kirin li ber çavên cîhanê bêyî ku tu helwesteke mirovî were nîşandan pêk hatiye û tekez li ser berdewamiya têkoşîna gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd, di qadên azadî û fermandariyê de kir.
Li aliyê din, fermandarê Asayîşa yabajarê Hesekê, Ciwan Hesekê, axivî û diyar kir ku biryara şer ne hilbijartina gel bû, û tekez kir ku xelkê Şêx Meqsûd ew kes bûn ku biryara parastina xwe dan. Her wiha got ku hêzên ewlehiyê alîgirên aştiyê bûn û wê bimînin û erkê xwe yê parastina gel bidomînin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” û “Em hemû Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne” ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû, di dîmenekî de ku giyanê hevgirtina gel di navbera pêkhateyên cûda de nîşan da û pabendbûna bi rêbaza berxwedanê li hember siyaset û rêbazên tepeserkirinê yên ku ji aliyê rejîmên otorîter ve têne meşandin piştrast kir.

