Daxuyanî ji Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
- 17-01-2026
Ji hemû rojnamevanan û ji hemû dezgehên ragihandinê re,
Di dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî şer û êrîşên hovane û neqanûnî tên, şerekî din jî heye ku xeternak û hovanetir e. Armanca wê ku morale gelê me, berxwedana wan têk bibe û baweriya wan bi hêzên wan ên leşkerî û projeya wan a demokratîk xira bike.
Li hemberî van zehmetiyan, em îşaretê bi rola welatparêzî û berpirsiyar a rojnamevanên me di ragihandina rastiyê, eşkerekirina rastiyan û têkoşîna li dijî hemleyên derewnak û tahrîfkirinê de dilîzin, dikin. Ev rol hestek xurt a erkê niştîmanî û pabendbûna exlaqî û pîşeyî ya kesên ku di warê ragihandinê de dixebitin, nîşan dide.
Em tekeziyê li ser pêwîstiya hevkariya berdewam a xebatên ragihandinê û çalakiyên hevbeş dikin da ku ragihandina me nîşanek rastîn a rastiyê be, dûrî derewên ku ji aliyê hin dezgehên ragihandinê yên bi pere ve têne pêşve xistin û ku ev xebat li ser pîvanên pîşeyî yên ragihandinê û berpirsiyariya niştîmanî be.
Di dawiyê de em spasî û teqdîra xwe ji we re dubare dikin û em ruhê rojnamegeriya azad û rastîn a ku hûn nûnertiya wê dikin pir girîng dibînin û ji we re di pêkanîna erkên wê yên ragihandinê de serkeftinê dixwazin.
Dayîreya Ragihandinê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
17`ê Çileyê 2026`an
