Daxuyanî Ji Raya Giştî re
- 17-01-2026
Em geşedanên meydanî yên herî dawî ji nêz ve dişopînin, bi êrîşên berdewam ên ku ji aliyê komên girêdayî hikûmeta demkî a Şamê ve li ser deverên me têne kirin, û binpêkirinên giran ên pê re ku bandorê li sivîlan dikin û ewlehî û aramiya herêmê dixe xetereyê.
Van aliyan bi awayekî eşkere peymana ku duh pêk hat, binpê kirine, peymanek ku armanc wê rageşiyê rawestîne, û rê li ber çareseriyên ku aştiya sivîl diparêzin veke. Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku hikûmeta demkî ya li Şamê berpirsiyariya tevahî ya binpêkirin û destdirêjiyên ku îro diqewimin digire ser xwe, ji ber ku ev alî ji aliyên siyasî û leşkerî ve di bin kontrola wê de ne. Rageşiya heyî encamek rasterast a vê binpêkirina bi zanebûn e.
Ev binpêkirinên berdewam bûne û hîn jî dibin sedema rasterast a windakirina gelek jiyanan li Sûriyeyê û êşa gelê Sûriyeyê, ku ji ber şer û pevçûnên bi salan westiyaye, Berdewamiya vê rêbazê tenê xizmeta dijminên Sûriyeyê dike û welêt bêtir ber bi wêraniyê ve dibe.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya neteweyî, bang li aliyên peywendîdar dike ku bi lez û bi tevahî şertên peymana ku hatiye çêkirin bi cih bînin û hemû kiryarên leşkerî ku ewlehiya sivîlan tehdît dikin û aramiyê têk dibin, rawestînin.
Her wiha em bangek zelal ji aliyên garantîker ên peymanê, bi taybetî jî ji hevpeymaniya navneteweyî re dikin ku erkên xwe bi cih bînin û berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û siyasî hilgirin, û bi tundî bixebitin da ku rê li ber van binpêkirin bigirin, û bicîhanîna peymanê bi awayekî misoger bikin ku jiyana Sûriyan biparêze û rê li ber aloziyeke berfirehtir bigire.
Di vê çarçoveyê de, em bang li gelê Sûriyê bi giştî û bi taybetî jî li xort û keçên gelê me li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku rihekî berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin, yekîtiya neteweyî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de biparêzin û nekevin nav gurkirina hin berdevk û dezgehên çapemeniyê , ku armanc wan Sûriyê bixin nav çerxek şer a nû ku tê de ji bilî dijminên gelê Sûriyê ti kes serkeftî nabe.
Mebesta me dê her tim bijartina diyalogê, parastina aştiya sivîl, parastina rûmet û ewlehiya gelê me, û xebata ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk, ku tê de dadmendî û hevwelatîbûna wekhev serdest be, bimîne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
17’ê Çileya 2026’an
