Rêveberiya Xweser li Kantona Firatê seferberiya giştî ragihand

​Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Firatê, ji bo sekinandina li hemberî êrişên komên ser bi hikûmeta Şamê ve li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ku îro Sêşemê hate dayîn, seferberiya giştî ragihand.
​Daxuyani bi her du zimanan, Kurdî û Erebî, li ber avahiya Meclisa Rêveber a kantonê li bajarê Kobanê hate xwendin.
​Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
​Di bin lîv û êrîşên şerê piralî de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne, ji hêla komên çete yên girêdayî hukûmeta demkî ya li Şamê ve; û ji ber nepejirandina hukûmetê ji hemû peyman û lihevkirinên berê re, ku di serî de peymana 10’ê Adarê ye, û pêkanîna sûcên herî hov li dijî gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hemû eniyan li dijî van êrîşên hovane berxwedaneke lehengî û dîrokî nîşan didin, ji bo parastina herêmê û destkeftiyên gelê wê.
​Êdî ji kesî re ne veşartî ye ku hukûmeta li Şamê serdest e, Sûriyeyê ber bi karesatê ve dibe. Ew bi vê nêzîkatiya xwe hewl dide pêkhateyên Sûriyeyê bide hev û parçebûneke mezin di navbera gelê Sûriyeyê de ava bike, da ku xizmeta ajanda û armancên dewlet û aliyên derve bike. Ji ber vê yekê, em hişyariya hukûmeta Şamê dikin ku ev kiryarên wê dê encamên giran û xeternak li ser herêmê û gelê wê hebin, û em wê berpirsiyarê hemû şer û rûxandina ku diqewime dibînin.
​Li hemberî vê şerî û polîtîkaya hukûmeta Şamê, em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk, di heman demê de ku em vî şerê hovane bi tundî şermezar dikin, em li vir Seferberiya Giştî radigihînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê raperîn bikin, tevli seferberiya giştî bibin û li dora hêzên xwe yên leşkerî bicivin, yên ku parastina hebûn û nasnameya gelê herêmê dikin, da ku em van êrîşan têk bibin, vî şerî pûç bikin û armancên şoreşa xwe û destkeftiyên wê biparêzin.
​Ev qonaxa ku em tê de dijîn, qonaxeke dîrokî, pir hesas û xeternak e. Ji ber wê divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û ji bo dûrxistina metirsiyên li ser herêmê, bi taybetî metirsiya vegera çeteyên DAIŞ’ê, tu hewldanê kêm neke. Divê hemû gelê me çek hilde û xwe li gorî rewşa şer birêxistin bike. Çawa ku em li Kobanê bi ser ketin û me teror têk bir, em ê careke din bi heman ruh û vînê serkeftinê bi dest bixin.
​Her wiha em daxwaz ji civaka navneteweyî dikin ku demildest destwerdanê bike û sînorekî ji vî şerê hukûmeta Şamê re deyne, û erkên xwe yên exlaqî li hember gelê herêmê pêk bîne, yê ku bi hezaran şehîd û birîndar dan da ku cîhanê ji metirsiya terorê rizgar bike. Hebûna vê xetereya li ser hebûna herêmê, destwerdaneke navneteweyî ya rasterast dixwaze. Em bang li gelê xwe yê li hemû parçeyên Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê dikin ku rabin ser piyan û piştgiriya berxwedana gelê Rojava bikin, yê ku îro şerê parastina hebûnê dike.
​Serkeftin ji bo doza me re
Şifaya lez ji bo birîndarên me re
Rehm ji bo şehîdên me re
Bijî berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk
​Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê
19’ê Rêbendana 2026