36 malbatên sûrî ji Kampa Holê ya Hesekê derketin

Rêveberiya Kampa Holê îro bi çavdêriya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komseriya Koçberan a girêdayî NY`yê 36 malbatên sûrî (127 kes), derxist.

Ev beşa duyemîn a malbatên sûrî ku ji Kampa Holê derdikevin û ew jî ji Heleb, Humis û Reqayê ne.

Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser hemû tedbîrên pêwîst ji bo derketina ji kampên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegera ber bi herêmên xwe yên resen ve, hêsan dike.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bang li Koalisyona Navneteweyî û hikumeta veguhês a Sûriyê kir ku hevkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku malbatên dixwazin ji kampan derkevin, derxînin.