Hisên Osman: Yekîtiya neteweyî dîwarê ewlehiyê ye ji bo rêgirtina li dubarebûna komkujiyên qirkirinê yên li Şingalê qewimîn.

Di salvegera 11’ehemîn de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman komkujiya Şengalê ya ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li dijî civaka Êzidî li Şengalê pêk hatiye şermezar kir. Û tekez kir ku komkujî asta metirsiya îdeolojiya tarî û tundrew li ser gelan eşkere kir.

Axaftina hevserokê Meclisa Rêveber, Hisên Osman, di beşdarbûna wî di merasîma avakirina mezargeha Êzidiyan de li gundê Dokrî yê girêdayî bajarê Amûdê de hat kirin, û tê de wiha got:
Birêzên hêja:

Di vê rojê de beriya 11 salan rêxistina terorîst a DAIŞ`ê yek ji sûcên herî hovane di dîroka nûjen kir û êrîşeke hovane li dijî Şengalê pêk anî. Di êrîşa xwe de Civaka Êzidî di hebûn, çand û mirovahiya wê de kir hedef. Komkujiya Şengalê bi her wateya peyvê jenosîd bû ku bi hezaran mirovên bêguneh kir hedef. Bi sedan mêr û kal û pîr hatin kuştin, jin û keç jî hatin revandin û rastî qirêjtirîn binpêkirinan hatin. Her wiha bi 10 hezeran kes ji warê xwe koçber bûn û heta roja îro jî encamên wî sûcî di koçberî, bêmalî û kesên winda de, dijîn.

Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dema ku em vê trajediya bi êş bi bîr tînin, bi rêzdarî li hember giyanên qurbaniyan radiwestin û piştgiriya xwe ya tevahî bi xuşik û birayên xwe yên Êzidî re nû dikin. Em tekez dikin ku ev sûc dê tu carî ji bîranînê neyê jibîrkirin û pêkanîna edaletê, hesabxwestina ji sûcdaran, peydakirina parastinê û piştgiriya ji Êzidîyan re mafekî bê tawîz e.

Vê komkujiyê asta xetereya ku ji aliyê îdeolojiya tarî û tundrew ve li ser gelan nexasim pêkhateyên resen tê çêkirin, eşkere kir. Di heman demê de tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekîtiyê li hember van gefan kir. Di vê çarçoveyê de em piştrast dikin ku Sûriyê welatek ji hemû pêkhateyên xwe re ye bi hemû girêdanên wan ên olî, etnîkî û çandî û tenê bi yekîtiya gelê xwe û kombûna wan li dora projeyek niştîmanî ya berfireh ku bê cûdabûn her kesî diparêze, dê xurt bibe.

Yekîtîya niştîmanî ya di navbera pêkhateyên Sûriyê de cihê ewlehiyê ya raste da ku pêşî li pêkanîna komkujî û binpêkirinan, bigrin. Ew garantiya wê yekê ye ku trajediyên wekî ya li Şengalê qewimîn, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û çi li her deverek din ji erdnîgariya Sûriyê be, dubare nebin.

Em di Rêveberiya Xweser de bawer in ku dewlemendiya Sûriyê di pirrengiya wê ya çandî û civakî de ye û divê ev dewlemendî bibe çavkaniya hêzê û bingehek ji bo avakirina paşerojeke demokratîk û dadwer ku cihê dûrxistinê yan jî paşguhirinê tê de tune be lê belê tê de jiyana hevbeş, wekhevî, rûmet û edalet ji hemû gelê Sûriyê re serdest be.

Di salvegera vê komkujiyê de em soza xwe ya berdewamiya têkoşîna ji bo azadî û edaletê ku her tim em dengê bindestan bin û parastina mafên hemû pêkhateyan bikin, nû dikin. Ew jî ji bo karesat dubare nebin û Sûriyê bimîne welatê her kesî.