Ciwan Mele Îbrahîm: Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina yekîtiya gelê Sûriyê dê konferansekê lidar bixin

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekîtiya Helwesta Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hevserokê Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku xebat têne kirin ji bo konferans di nava çend rojên pêş de, were lidarxistin.

Ciwan Mele Îbrahîm wiha got: “Konferans di bin dirûşmeya “Bi hevre ji bo pirrengiya ku yekîtiyê xurt dike.. hevalbendiya me pêşeroja me ava dike” di nava çend rojên bê de, dê were lidarxistin û cih û dîroka lidarxistina wê dê were eşkerekirin.”

Her wiha Ciwan Mele Îbrahîm wiha domand: “Armanca konferansê ew e ku yekîtîya helwestên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike û peyameke eşkere bide hemû aliyên Sûriyê her wiha aliyên navneteweyî yên pêwendîdar bi karûbarên Sûriyê û ji raya giştî ya cîhanî re ku pêkhateyên civaka sûrî xwedî yek îrade û yek helwest in û ew jî avakirina Sûriyeke pirreng nenavendî ye ku hemû gelê Sûriyê têde di erkên xwe de wekhev bin.

Endamê Komîteya Amadekar a konferansê Ciwan Mele Îbrahîm destnîşan kir ku lidarxistina wê dê peyamekê bide kesên ku hewl didin destwerdanê bikin yan jî di avên gemar de masiyan bigirin, ku cihê wan li Sûriyê tune ye, ji ber gelê Sûriyê dê cûdabûn û parçebûnê qebûl neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên parastina yekîtiya xaka welêt û avakirina Sûriyeke nû ku hemû gelên wê ji hemû pêkhateyan hembêz bike, didomînin.”