Hisên Osman: Divê em bi hev re bixebitin da ku welatekî sûrî ku cihê her kesî têde hebe, ava bikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman tekez kir ku di vê qonaxa hestiyar de pêwîst e hewldanên ji bo redkirina mezhebî û nijadperestiyê werin zêdekirin, li hember hemû hewldanên belavkirina nakokî û parçebûnê bisekinin û bi hev re bixebitin da ku welatekî sûrî ava bikin ku her kesî dihewîne, çanda pirrengî wekî çavkaniyek dewlemendiyê pêş bixe ne wekî amûrek şer.
Birêz Hisên Osman di Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku îro di saetên sibê de li bajarê Hesekê destpê kir, axivî.
Hisên Osman di axaftina xwe de wiha got: “Em îro di kêliyek girîng ji dîroka herêma xwe li hev civiyan e. KêliyekE ku ji me asta herî bilind a berpirsiyariya niştîmanî û civakî tê xwestin. Da ku em bikaribin li hember zehmetiyan bisekinin û bi hev re nîşaneyên pêşerojeke ku hêjayî qurbanîdana gelên me ye, xêz bikin.”
Hisên Osman wiha domand: “Pêkhateya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Çerkez û yên din nimûneyeke pêşeng ji hevgirtin û girêdanê danîne. Çi di rizgarkirina herêmê ji hêz û rejîmên tarî, terorîzma cîhanî ya bi navê DAIŞ`ê yan jî di qonaxên jinûve avakirina siyasî û civakî de.”
Hisên Osman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tevlîbûna xwîna xort û keçên van pêkhateyan li qadên şer şahidiya zindî ya yekîtîya helwest û çarenûsa wan bû û tekez kir ku jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş ne tenê dirûşme bûn lê belê pratîkek rastî bû ku bi fedakarî û helwestên qehremanî hatibû xurtkirin.”
Hisên Osman anî ziman ku rola pêkhateyan di damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşeng bû ku li ser bingeha pîvana hevkarî û naskirina hevbeş bû û ev tişt got: “Îro ew veguheriye çarçoveyek ku îradeya gelên herêmê îfade dike, xizmeta dozên adil dike û destkeftiyên wan diparêze.”
Birêz Hisên Osman piştrast kir ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kiriye ku avakirina Sûriyeke azad û demokratîk tenê bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, yekrêziya helwesta wan û redkirina hemû rêbazên dûrxistin û zordariyê ye û wiha pêde çû: “Nimûneya me bi pîvanên xwe yên edalet, wekhevî û nenavendîbûnê kevirê bingehîn ku nûnertiya her projeyek pêşerojê ji bo Sûriyeke nû ye dike ku hemû gelên xwe bê cudahî hembêz bike.”
Hisên Osman di berdewamiya axaftina xwe got: “Ji ber vê yekê em piştrast dikin ku di vê qonaxa hestiyar de pêwîste ku hewldanên ji bo redkirina mezhebî û nijadperestiyê werin zêdekirin û li hember hemû hewldanên ji bo derxistina nakokî û parçebûnê bisekinin. Her wiha bi hevre bixebitin da ku welatekî sûrî ava bikin ku her kesî bihewîne û çanda pirrengî wekî çavkaniyek dewlemendkirinê pêş bixe, ne wekî amûrek şer.”
Hisên Osman wiha domand: “Îro yekîtiya me garantiya rastîn ji bo parastina destkeftiyên me ye û peyama herî xurte ku em ji hemû kesên ku li ser hilweşandina hevgirtina me ya civakî behîs dikin re dişînin, ku em ê bi hev re bimînin, rêwîtiyê bidomînin û hewl didin Sûriyeke ji bo hemû gelên wê li ser bingeha azadî, demokratîk û rûmetê ava bikin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Hisên Osman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi hevre ji bo Sûriyeke pirreng, nenavendî, demokratîk ku bêyî cûdahî hemû pêkhateyên xwe hembêz dike. Em spasiya komîteya amadekar a vê konferansê ji bo vê însyatîfa hêja û hewldanên wê yên dilsoz ji bo anîna cem hev a vê spektora berfireh a nûnerên pêkhateyên civakî û siyasî re dikin. Bi însiyatîfên bi vî rengî pireyên têgihîştinê xurt dibin û bingehên xurt ji bo pêşerojeke hevbeş ku armancên me hemûyan nîşan dide, têne avakirin. Em bi hêvî ne ku çalakiyên bi vî rengî li asta Sûriyê bi giştî werin lidarxistin da ku em bibin kevrê bingehîn di avakirina Sûriyeke nû de û mertalek ji bo parastina welatê xwe.