Komîteya Sotemeniyê a Hesekê 841,hezar lître mazota germkirinê belav kir

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Meclîsa Bajarê Hesekê, Sewsen Abdullah Mihemed, diyar kir ku belavkirina mazota germkirinê li ser gel di 6’ê Hezîranê de dest pê kiriye
Mihemed her wiha got ku belavkirin di navbera Komîteya Sotemeniyê û meclîs û komînên taxên Hesekê de tê belavkirin. Komîteyê kartan bi formateke cuda ji ya par çap kir, 11,358 kart hatin belavkirin, ku ji bo 2,805 malbatan xizmet kir
Û got ku heta niha 841,hezar lître mazota germkirinê li Safiye, El-Tuweyne, Til Tewîl û Til Hecer hatine belavkirin. Ji her malbatekê re 300 lître bi bihayê 330,000 lîreyên Sûrî, tevî lêçûnên veguhastinê, hatine veqetandin