Desteya Çandê a Rêveberiya Xweser Civînek li dar xist

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina projeyên ku di sala 2025’an de bi dawî bûne û yên ku hîn di bin pêkanînê de ne, îro bi nivîsgehên parastina şûnwaran û geştiyariyê yên li kantonan re civînek li dar xist
Civînê tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina planeke berfireh ji bo parastina deverên arkeolojîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşxistina bernameyên sererastkirin û lênêrînê, û pêşxistina geştiyariya çandî û jîngehê ,kir.
Beşdaran li ser reşnivîsa qanûna geştiyariyê nîqaş kirin, bi balkişandina ser danîna kontrolên zelal ji bo çalakiyên veberhênana geştiyariyê li deverên arkeolojîk û misogerkirina hevsengiyek di navbera pêşkeftina aborî û parastina rastbûna dîrokî ya deverê de.
Di civînê de her wiha xalên giştî yên budçeya projeyên veberhênanê ya 2026an hatin nirxandin, ku tê de biryar e ku beşek girîng ji bo pêşxistina binesaziya geştiyariyê were veqetandin, ji bilî piştgiriya bernameyên perwerdehiya pîşeyî ji bo xebatkarên di sektorên çandî û geştiyariyê de
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiya tevlêkirina civaka herêmî di hewldanên parastina mîrateya çandî û pêşxistina cihên geştiyariyê de tekez dike, ku ev yek dibe sedema parastina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê.