Rêveberiya Xweser amadekariyan dike ku tîmên agirkujiyê bişîne ji bo vemirandina şewata beravê

Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îto Înê dest bi amadekariyan kir da ku tîmên agirkujiyê ji hemû herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişînin deverên beravê da ku beşdarî vemirandina şewatan bibin.

Tê zanîn ku tîmên agirkujiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha borî de beşdarî çalakiyên vemirandina şewatan bibû.