233 malbatên Iraqî ji Kampa Holê a Hesekê hatin derxistin
- 31-07-2025

Rêveberiya kampa Holê îro’ bi koordînasyona di navbera hêzên hevpeymaniya navdewletî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Iraqê de 233 malbatên Iraqî (812 kes) ji kampê derxistin
Ev koma 28’an a Îraqiyan e ku ji kampa Holê derdikevin û ber bi kampa Cezaayê li Iraqê ve diçin
Hêjayê gotinê ye ku dê di demên pêş de bêtir kesên ku dixwazin ji kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin ,werin derxistin.