249 malbatên iraqî ji Kampa Holê derketin

Rêveberiya Kampa Holê beşeke nû ji penaberên iraqî ku dixwestin li warê xwe vegerin, derxist. Ev yek bi koordînasyona bi Parlementoya iraqî, komîteya penabertiyê û penaberan a Iraqê re, hate kirin.

Di beşa nû de ku îro hate derxistin 249 malbat ku ji 840 kesî pêk dihat.

Ji destpêka sala 2025`an ve ev cara 13`an de ku malbat ji Kampa Holê têne derxistin.

Ev beş dê berê xwe bide Kampa Cedha ya Parêzgeha Neynewa ya Iraqê û ji aliyê Koalisyona Navneteweyî bi awayekî zêde tê parastin.