2’emîn Konferansa Jinên Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

2’emîn konferansa jinên şaredariyan , ku ji Meclisa Jin a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate hatibû li dar xistin , bi dawî bû . Konferans bi dûrşmeya “Xebatên civakî yên jinan avakirina şaredariyên demokratîk misoger dikin
Şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 200 delege, Endama Desteya Hevseroketiyê a Partiya Yeketiya Demokratîk PYD’ê nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Jinên Sûriyê, Yekîtiya Jinên Suryanî, Meclisa Malbatên Şehîdan, tevgerên jinan û Meclisa Jinan a şaredariyên herêmê, tev li konferansê bûn , konferans li hola serdem a bajarê hesekê hat li dar xistin.
Di konferansê de gelek axaftin hatin kirin ji wan axaftina Hevseroka meclisa gelan a demokratîk bi navê koordînasyona jin Sîham Qiryo, axaftina Koordînasyona kongira star a herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji aliyê Bêrîvan Xalid , her wiha axaftina meclisa malbatên şehîdan ji aliyê Hêvîn El-Seyîd , û axaftina Endama desteya hevseroketiyê a partiya yeketiya demokratîk PYD’ê Fewza Yûsif ku geşedanên siyasî yên li ser qada Sûriyeyê şîrove kir. Di axaftinên din de girîngiya rola jinan di saziyên rêveberiya xweser de, bi taybetî jî di şaredariyan de hate destnîşankirin.
Bernameya konferansê bi pêşkêşkirona senefezyonê ku li ser xebat û destkeftiyên jinan li şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên borî de pêk hat , pêşkêş kirin . Rapora xebata salane ji aliyê beşdaran ve hate xwendin û nîqaşkirin, û rêzikname jî hate erêkirin

Konferans bi hin encaman bi dawî bû û wiha ne ;
-Xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
– divê xebat Li ser bingeha Manîfestoya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk were kirin
– Aktîvkirina têkiliyên di navbera komîn û şaredariyan de,
– Kar û xebat li ser bingeha bernameya Meclîsa Jinan li şaredarî, navçe û herêmê ,bê kirin
– Divê civînên girseyî ji bo projeyên jinan bidomînin,
– Dê hemleyên paqijiyê û çandina daran li bajar û navçeyan were li dar xiatin
– Li dar xiatina Dewreyên perwerdeyê taybet a jinan

– Li ser bingeha rêziknameyên hundirîn yên li hemû şaredariyan, şopandina xebatên Meclîsa Jinan.

– Lidarxistina semînerên taybet li ser xebat û beşdariya jinan bi gel re,

– Xurtkirina rola ragihandinê di nav şaredariyan de,
– Ji bo xurtkirina rola jinan di nava şaredariyan de divê xebat bê kirin