2’mîn şampiyona basketbolê ya jinan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû

Şampiyoniya Basketbolê ya Jinan a Şehîd Ronahî Amanos îro ‘li Kantona Reqayê bi dawî bû. Di şampiyonê de çar tîm ji herêmên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn: Cizîr A, Cizîr B, Kobanî û Reqa.
Şampiyon duh dest pê kir, maçên ku di atmosfereke zindî û coşeke bilind di navbera tîmên beşdar de hebûn, bi dawî bûn.
Maça yekem a Cizîr A û Kobanî anîn hemberî hev û Cizîr A bi 34 xalan bi serket her wiha
Di maça duyemîn de, tîma Cizîr B bi encama 54-23 li hember Reqa bi serket
Maça dawî ya di navbera Cizîr B û Cizîr A de bi serkeftina tîma duyemîn a bi 36-32 bi dawî bû.
Piştî maçan, merasîmek ji bo xelatkirina tîm û lîstikvanan hate lidarxistin, û encamên şampiyonê wiha ne:

Asta Yekem : Cizîr A
Asta duyem: Cizîr B
Asta sêyem: Kobanî
Tîma nimûne: Kobanî
Xelatên ferdî yên ji bo serkeftina werzîşî jî hatin dayîn, ew jî bi awayî ne:

Baştirîn Lîstikvan: Nûr Names (Cizîr B)
Lîstikvana ku herî zêde asîst kiriye, Hala Hemo (Cizîr A)
Lîstikvanê Hêzdar: Tebarik El-Mihsin (Reqa)
Golvanê Serê Şampiyonê: Ronîda Tahir (Cizîr A)
Her wih desteya ciwan û werzîşê a herêma bakur û rojhilatê sûriyê tîmên ku beşdarî şampiyonê bûn ,xelat kir .