3`emîn Festîvala Orkêş li bajarê Hesekê dest pê kir

Îro li bajarê Hesekê 3`emîn Festîvala Orkêş bi dirûşmeya “Çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dike” bi beşdarbûna komên hunerî ji wan komên ji Başûrê Kurdistanê, dest pê kir.

Festîval ji aliyê Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê, Tevger Mîzopotamiyayê ya çand û huner û Tevgera Kevana Zêrîn ve tê lidarxistin.

Festîval li Hola Serdem a bajarê Hesekê bi beşdarbûneke gelêrî, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, fermandadrên QSD`ê, YPJ/YPG`ê, nûnerên partiyên siyasî, hunermend, komên hunerî ji Zaxo, Silêmaniyê û Şengal ên Başûrê Kurdistanê, hate lidarxistin.

Di destpêkirina festîvalê de Hevseroka Tevgera Mîzopatamiyayê ya Çand û Huner Sûmeya Mihemed axivî, xêrhatina beşdaran kir û tekez kir ku beşdarbûna ji herêma Başûrê Kurdistanê tevî hemû zehmtiyan peymana yekîtiya çandî nîşan dide.

Her wiha destnîşan kir ku armanca festîvalê ku deng û çanda gelên herêmê bighîne cîhanê û diyar kir ku ew ê lidarxistina zêdetir çalakiyan ji bo wefedariya ji şehîdan re û xurtkirina aştiyê, lidar bixin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl jî axivî û destpêkirina 3`emîn Festîvala Orkêş pîroz kir, ku di roja hilweşandina rejîma Baasê de hate lidarxistin ku ew rojeke ku gelê Sûriyê di nava 14 salan ji şoreşê li hêviya wê bûn.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku tevî hilweşandina rejîmê ji beriya salekê ve, rastiya heyî xemgîn e, ji ber ku ti xwestekên gelê Sûriyê ji bo azadî û edaletê nehatine bicîhanî û got: “Beşdarbûna me ya îro pabendbûna me bi çandê wekî nirxek berxwedanê û bi mafê hemû gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ku rûmetê ji bo hemû gelê xwe garantî dike, diyar dike.”

Di festîvalê de stranên hunerî hatin pêşkêşkirin. Festîval di nava 3 rojan de bi beşdarbûna 23 komên hunerî dê dewam bike. Di nava wan koman de 3 komên ji Başûrê Kurdistanê hene ku pirrengiya awaz û kelepûra gelêrî ya hevbeş a di navbera gelan de diyar dike.