4`emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin dest pê kir

Îro di saetên sibê de 4`emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Serdem a bajarê Hesekê di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin – jiyan – azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin”, hate lidarxistin.

Şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 600 kes, nûnerên tevgerên jin, YPJ`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan, tev li konferansê bûn.

Di konferansê de rapora salane ya jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin, xebatên ku jinan pêk anîne, zehmetiyên ku rastî kar û xebatên wan tên û rewşa rêxistinî hatin nîqaşkirin.

Her wiha di konferansê de axaftin hatin kirin, têde lidarxistina konferansê di çarçoveya rewşa heyî de, zehmetiyên ku Sûriyê û herêm têre derbas dibe, hate pîrozkirin. Her wiha Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Evîn Siwêd jî axivî, lidarxistina konferansê ji jinên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pîroz kir, tekezî li ser rola wê ya navendî di xurtkirina ewlehiya civakî û parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Evîn Siwêd piştrast kir ku jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn îsbat kir ku parastina civakê ne tenê di warê leşkerî û ewlehî de lê belê destekê dide belavkirina çanda aştî û hişiyariyê, xebatên ku bi ruhê berpirsiyariya exlaqê li hember hemû beşên civakê têne kirin.

Konferans bi nîqaşkirina rewşa jinên li herêmê û jinên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, berpirsiyariyên wê yên têkoşînê di pêvajoya heyî de ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya herêmê de, didome.

Tê payîn ku konferans bi daxuyaniyekê bidawî bibe.