Axaftina Hevserokê Meclisa Rêveber di 10’emîn salvegera damezirandina MSD’ê de

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman di 10’emîn salvegera damezirandina MSD’ê de wiha axivî:

Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi boneya 10`emîn salvegera damezrandina MSD`ê pîrozbahî û silavên xwe yên germ ji meclisê, hemû endamên wê, hêz, partî û rêxistinên di bin sîwana wê de û her wiha ji hemû gelê me yê mezin ê Sûriyê re dişînin. Salvegera ku hevdemî 1`emîn salvegera hilweşandina rejîma Baas a desthilatdar li Sûriyê ye, hilweşandineke ku destpêka qonaxek nû di dîroka welatê me de ber bi azadî, demokrasî û avakirina pêşerojê ve nîşan da.

Beşdarên hêja:
Meclisa Sûriya Demokratîk di qonaxeke pir zehmet de hate damezrandin, dema ku şer erdnîgariya Sûriyê parçe dikir û projeyên parçekirin û tundrewiyê çarenûsa welêt tehdît dikirin. Ev yek di tunebûna çarçoveyeke niştîmanî berfireh de ku bikaribe hêviyên gelê Sûriyê îfade bike, pêk hat.

Meclisa Sûriya Demokratîk wekî pêwîstiyeke dîrokî û stratejîk derket holê, nêrîna siyasî ya li ser nirxên niştîmanî û demokratîk girte ser milê xwe û sîwana siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk temsîl dike.

Ji destpêka damezrandina wê ve, meclisê gelek hêzên niştîmanî yên sûrî ji pêkhateyên cûda hembêz kir û bi hevre bingeha projeyek niştîmanî rast li ser bingeha itîrafa bi pirrengiyê, rêzgirtina ji cihêrengiya neteweyî û olî ava kir û armanca wê avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha beşdarbûn, nenavendîbûn û edaleta civakî ye. Ev hembêzkirin gaveke girîng bû ku qadeke siyasî ya berfireh a Sûriyê ava kir ku bikaribû îradeya gelê Sûriyê di jiyana bi rûmet û azad temsîl bike û dawî li serdemeke dirêj a zordarî, parçekirin û paşguhkirinê bîne ku bi dehan salin bandor li welatê me kiriye.

Birêzên hêje:

Îro, piştî salekê ji hilweşandina rejîma Baasê, em di qonaxek hestiyar de derbas dibin ku ji hemû hêzên niştîmanî berpirsiyariyeke dîrokî tê xwestin. Sûriyê di vê kêliyê de rastî zehmetiyên mezin di avakirina siyasî, civakî û sazûmanî de tê. Di vê çarçoveyê de, MSD`ê projeyên niştîmanî demokratîk pêşkêş kirine û dikin ku yek ji bingehên sereke yên avakirina Sûriya pêşerojê ne. Sûriyeke demokratîk, nenavendî û ewle ji hemû welatiyên wê re li ser bingeha temsîliyeta rast, dadmendî û wekheviyê.

Ji ber vê yekê, em di Rêveberiya Xweser de banga xwe ya dilsoz ji hemû hêz û rêxistinên siyasî yên niştîmanî yên Sûriyê û ji kesayet û înîsiyatîfên civakî re nû dikin ku gotin, nêrîn û xebatên xwe bikin yek û ber bi rêyeke niştîmanî berfireh ve biçin ku hêviyên gelê Sûriyê ku ji bo azadî û rûmetê qurbanî dane, îfade bike. Ji ber îro berpirsiyarî hevbeş e û kêlî hewce dike ku em werin cem hev ne ku xwe dûr bixin, bixebitin ne ku pêşbaziyê bikin û li pêşerojê binêrin ne ku vegerin demên berê.

Di dawiyê de, em careke din 10`emîn salvegera damezirandina MSD`ê pîroz dikin û hemû kesên ku beşdarî avakirina vê yekîneya niştîmanî ya demokratîk bûne, silav dikin. Em soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku em ê bi hemû hevkarên xwe re ji bo avakirina Sûriyeke nû, azad, demokratîk û nenavendî ku hemû pêkhateyan dihewîne û welatê hemû welatiyên xwe ye, bixebitin.