Berdewamkirina hevyazbariyê û vekirina beşên nû li zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a sala 2025-2026
- 07-10-2025
Hevserokê Meclisa Zanîngehan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Xelîl Elî diyar kir ku hevyazbarî di 1’ê Îlonê de dest pê kiriye, li zanîngehên Rojava, Kobanî û El- Şerq, her wiha paymangehên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Çandê û her wiha paymangeha girêdayî Desteya Hundirîn tevlî hevyazbariyê bûn
Elî got ku’ hevyazbarî bi rêya pergaleke navendî têne lidarxistin da ku pêdiviyên xwendekarên ji seranserê herêmê bicîh bînin. Û destnîşan kir ku xwendekaran di 1ê Cotmehê de azmûna ceribandinê ya beşa zanistê kirin, ku çar mijar, her yek bi 20 pirsan ve girêdayî ye, û her azmûnek 3’ê saetan dewam bike
Her wiha diyar kir ku azmûna sebrê agahiyan rasterast serkeftin an binkwtî dinirxîne, lê belê beşek ji notên wê li beşek ji navîniya sertîfîkaya dibistana navîn têne zêdekirin da ku hejmaea giştî ya hevyazbariyê were destnîşankirin
Elî her wiha diyar kir ku xwendekaran di 3’ê Cotmehê de dest bi qeydkirinên xwe kirine, û qeydkirin dê heta 13’ê berdewam bike. Encam dê di 18’ê heman mehê de werin eşkerekirin, û sala nû ya xwendinê dê di 19’ê Cotmehê de dest pê bike. Hejmara xwendekarên ku heta niha ji bo pêşbirkan hevyazbariyê hatine qeydkirin gihîştiye 3,450, ku 2,200 ji wan azmûna sebrê ya beşa zanistê dane.
Di sala xwendinê ya îsal de li seranserê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin beş û zanîngehên nû hatin vekirin. Şaxek Zanîngeha Rojava li bajarê Hesekê hate vekirin, ku ji beşên Wêjeya Erebî, Matematîk, Erdnîgarî, Fîzîk û Perwerdehiyê pêk tê. Û ji wê jî paymengehaTenduristiyê, ku ji 7’ beşan pêk tê, xwediyên bawernameyên hikûmeta Şamê ve hatine dayîn qebûl dike. Her wiha paymengeha Endezyariya Sivîl jî li Hesekê veguherî Fakulteya Endezyariyê.
Zanîngeha Kobanî, Faktoliya Zanistên Bijîşkî yên Bikaranînî bi sê beşan vekir: Tiba Lezgîn, Laboratîfê û Hemşîretiyê, û Faktiliya Endezyariya Çandiniyê, û Zanistên Civakî, ku beşên Felsefe, Jineolojî, Dîrok û Sosyolojîyê dihewîne, ji bilî pêşxistina beşên din di hin fektoliyê de.
Li Zanîngeha El-Şerq, beşek ji mamostetiya polê hate vekirin, û şaxên Faktoliya Endezyariyê li Tebqayê hatin berfirehkirin da ku beşên înşaetê, mekanîkê û elektrîkê jî tê de bin. Di heman demê de, li bajarê Reqayê Fektoliya Zimanê Fransî ya girêdayî Fektoliya Ziman hate vekirin.
Fektoliya Zanistên Polîsan li Dêrikê ya girêdayî Desteya Hundir, ligel peymangehên hunerî li Dêrik û Hesekê yên girêdayî Desteya Çandê, û peymangehên perwerdehiya mamosteyan ên girêdayî Desteya Perwerdehiyê ji bo çareserkirina kêmbûna karmendên mamosteyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin.
Dr. Xelîl Elî di dawiya axaftina xwe de got ku hejmara xwendekarên ji zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala xwendinê a 2024-2025an de bi qasî 2,178 xwendekarên jin û mêr û 77 xwendekarên xwendina asa bilind bi dawî bû.

