Beşa 3`emîn ji xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ya Hesekê derçû

Peymangeha Tenduristiyê ya bajarê Hesekê bi şahiyekê beşa 3`emîn ji xwendekarên beşa anesteziyê, pîriktiyê û hemşîretiyê, derçû.

Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, kadroyên tenduristiyê yên peymangehê, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên xwendekaran, beşdarî şahiya derçûnê bûn. 47 xwendekar di vê beşê de bûn û şahiya derçûnê li Navenda Kevana Zêrîn hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Dr, Memo Xelîl axivî, derçûna xwendekaran pîroz kir û tekez kir ku hebûna kadroyên tenduristiyê derfeta civakê ji bo berxwedan û avakirinê zêde kir. Paşê bi anvê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Şêro Ezîza Mihemed axivî, tekezî li ser girîngiya berdewamiya rêya neteweya demokratîk, parastina xwîna şehîdan kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoya hestiyar de pêwîstiya welat bi kadroyên tenduristiyê, heye.

Her wiha Ezîza Mihemed diyar kir ku kesên derçûna hevalbendên avakirina nifşan û xizmeta civakê ne û îşaret bi rola peymangeha tenduristiyê ku her tim fêkirin û perwerdeya piratîkî pêşkêş dike ku îro beşeke nû ji kadroyên tenduristiyê derçûn ku dikarin peyaman xwe ya mirovî pêk bînin, kir.

Endama Rêveberiya Peymangeha Tenduristiyê Medya Silêman jî wiha axivî: “Ev roj roja kêfxweşî û serfiraziyê ye ku beşa 3`emîn ji xwedekarên me derdiçe. Ji destpêka damezirandina peymangehê ku xwendekaran di warê zanistî û piratîkî de ji bo xizmeta civakê amade dike. Ev beş jî gaveke girîng di pêxistina sektora tenduristiyê li herêmê de ye.”

Gerîndeyê Peymangeha Tenduristiyê ya Hesekê Dr, Hesen Ebdî jî piştrast kir ku xwendekarên bi salan di nava xwendin û perwerdeyê de mane dê ji civak û şervanan re piştgiriyek bin û bang li xwendekarên derçûyî kir ku her tiştî pêşkêşî xizmeta xak, gel û parastina berdêlên şehîdan, bikin.

Di dawiyê de bawername li xwendekarên derçûyî hatin belavkirin.