Bi amadebûna şandeyek ji Rêveberiya Xweser, şahiyek ji bo derçûna 211 xwendekarên Zanîngeha Rojava hate lidarxistin

Îro, li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê, ji bo 211 xwendekarên Zanîngeha Rojava, bi amadebûna şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiyek ji bo dereçûna xwendekaran hate lidarxistin.

Şahî bi dirûşmeya “Zanîn Hunera Azadiyê ye” hate lidarxistin, tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweser ku ji Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Birêz Hisên Osman û Birêz Evîn Siwêd ve dihat temsîlkirin, bi beşdariya girseyeke mezin ji xelkê herêmê pêk hat.

Di şahiyê de, axaftin hatin kirin , di nav de axaftina Birêz Hisên Osman ve kirin û koma nû ya xwendekaran hatin derçûn kirin pîroz kir û got ; Îro hûn li ber deriyê qonaxeke nû ne, qonaxek ku hûn tê de roleke girîng di xizmetkirina civak û welatê xwe de digirin ser xwe. Zanîna ku we di dema xwendina xwe ya zanîngehê de bi dest xistiye ne tenê bawernameyeke , lê belê baweriyek û berpirsiyariyek e. Civaka me îro hewceyê enerjiya we, afirîneriya we ji bo avakirina pêşerojeke baştir. Divê hûn ji bo yên din bibin model, beşdarî belavkirina hişmendî, zanîn û exlaqê bibin û beşdarên çalak di pêvajoya avakirin û pêşketinê de bin.

Osman her wiha got: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û Sûriyeyê bi giştî, pir hewcedarê ciwanên perwerdekirî û çandî ye ku piştî gelek salan şer û wêraniyê bikaribin beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû bibin – Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî. Pêşeroja ku em jê hez dikin, tenê bi hewildanên we, hişê we û baweriya we bi asta we ya guhertinê dikare were bidestxistin.”

Û tekez kir: “Bi vê boneyê, divê em bi hemû rêz û hurmetê şehîdên xwe bi bîr bînin, ku bi saya fedakariyên wan ên mezin em gihîştine cihê ku em îro lê ne. Zanîngehên ku li herêmên me geş dibin û ciwanên jêhatî yên ku ji wan dereçûn dibin, hemî berhemên wan fedakariyên mezin in. Bêyî wan, em ê li vir nebûna û em ê nikaribûna van destkeftiyên ku em hemî pê serbilind in bi dest bixin.”

Di dawiyê de, Birêz Hisên Osman, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji dereçênan re pêşerojek geş û tijî serkeftin û beşdariyê xwest. Wî pabendbûna Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya pêvajoya perwerdehiyê û vekirina derfetan ji bo ciwanan diyar kir da ku bibin hevkarên rastîn di avakirina civakek demokratîk û serfiraz de.

Hêjayî gotinê ye ku ev koma 5’emîn a derçûnan ya Zanîngeha Rojava ye.