Daireya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser lidarxandina 4’emîn konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin pîroz kir.
- 09-11-2025
Em, di daireya ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya li darxistina 4’emîn konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin, ku wekî encama têkoşînek tijî fedakarî û biryardariyê û temsîla rola pêşeng a jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de tê, pîroz dikin .
Jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya şoreşê de bûn, ala azadî û wekheviyê hilgirtin û bi awayekî çalak beşdarî gelek aliyên jiyana siyasî, civakî û çandî bûn. Bi taybetî di qada ragihandinê de, rojnamevanên jin asta xwe ya bibin dengê rastî û rûmetê, dengê jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, rastiyên civakê û wêrekî radigihînin û li kêleka vê jî rojnemevanên jin rastî gelek zehmetiyan hatin ,lê dîsa rola xwe , îspat kirine.
Bi vê boneyê, em rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji bo dengê rastiyê feda kirin yên ji bo azadî û têkoşînê de, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Fedakariya wan wekî çirayek e ku rêya her rojnamevanekî azad ronî dike ku hewl dide ragihandinê profesyonel a ku pabendî nirxên mirovahiyê û edaletê ye ava bike.
Em, di daireya ragihandinê piştgiriya xwe a ji bo xurtkirina rola jinan di saziyên ragihandinê û di hemû aliyên jiyana giştî de tekez dikin, û vê yekê wekî stûnek bingehîn di avakirina Sûriyaya pêşerojê de dibînin – Sûriyayeke demokratîk û piralî, ku li ser wekheviya di navbera hemû pêkhateyên xwe û kur û keçên xwe de hatiye avakirin.
Di dawiyê de , em hêvî dikin ku ev konferans dê bibe qonaxek nû di xurtkirina têkoşîna jinan di ragihandinê de û pêşxistina rola wan a pêşeng di xizmetkirina rastî û civakê de.
