Danûstandinên bi Şamê re mijara sereke ya civînek sêalî di navbera QSD, Rêveberiya Xweser û MSD de bû

Civînek sêalî di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya Giştî Rohlat Efrîn, bi fermandar û nûnerên hêzê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hate lidarxistin. Gelek mijar hatin nîqaşkirin, di nav de rêya danûstandinên bi Şamê re û mekanîzmayên pêşvebirina pêkanîna peymana 10`ê Adarê, ku wekî gaveke stratejîk ji bo xurtkirina aramiyê, tê hesibandin.

Her wiha beşdaran gavên di vî warî de hatine avêtin nirxandin, tekezê li ser pêwîstiya berdewamiya li ser rêya lihevkirinê kirin û teşwîqkirina Şamê ku diyalogê weke vebijarkeke niştîmanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, erê bike.

Beşdaran pabendbûna QSD`ê bi diyaloga niştîmanî weke baştirîn rê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li ser axa Sûriyê nîşan dan.

Beşdaran her wiha encamên civîna Washingtonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serok Ehmed El-Şeri de pêşwazî kirin û gotin rawestandina cezayan û vekirina kanalên koordînasyona dîplomatîk guhertineke erênî ber bi piştgiriya çareseriyeke siyasî berfireh bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyê, nîşan dide.

Girêdayî mijarê di civînê de tevlêbûna Sûriyê ji Koalisyona Navneteweyî ya li dijî Terorê hate pesinandin û hate tekezkirin ku QSD`ê ji deh sal ve stûna sereke ya vê koalisyonê ye û hîn jî wiha ye.

Beşdaran mijarên hundirîn û xizmetguzerî jî nîqaş kir û tekezî li ser girîngiya baştirkirina asta xizmetguzariyan û zêdekirina pêkanîna saziyên sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriy, kirin.

Di dawiyê de tekezî li ser yekîtiya nêrîn û berpirsiyariya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, hate kirin.