Daxuyanî bi boneya Sersala 2026’an
- 31-12-2025
Bi boneya sersala 2026’an, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû li hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî li gelê me yê Sûriyeyê û li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir, û hêvî dike ku sala nû ji bo hemûyan xêr, aştî û hêviyê bîne.
Bi vê boneyê, em silav û spasiyên xwe ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin, yên ku bedelên giran ji bo rûmet û azadiya vî gelî feda kirin, û tekez dikin ku qurbaniyên wan dê wekî çirayek bimînin ku rêya Sûriyan ber bi pêşerojeke baş ve bike
Em li hêvî dikin ku sala 2026’an bibe saleke aştî û azadiyê, û em bibînin ku hemû koçber û penaber di aştî û ewlehiyê de, di bin îstîqrar û edaletê de, û bi awayekî ku rûmet û mafên mirovan garantî bike, vegerin malên xwe.
Sala 2025 saleke tijî destkeftiyan bû, lê li kêleka wê jî zehmetî û êşan jî hebû, ku ev yek berpirsiyariyeke dualî dixe ser milê me hemûyan wekî Sûrîyeyîyan ku em leza xebata hevbeş zêde bikin û hevgirtin û yekîtiya neteweyî xurt bikin, da ku kavil bên rakirin, bandorên şerê ku welatê me wêran kir ji holê bên rakirin û welatê me li ser bingeha azadî, tehemûl û qebûlkirina yên din ji nû ve ava bikin.
Di vê çarçoveyê de, em tekez dikin ku pêkanîna hêviyên şehîdên me û daxwazên gelê me avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî hewce dike, ku hemû Sûrî bi çand û nasnameyên xwe yên cihêreng tê de bijîn, bi vî rengî hêz û yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê xurt dibe.
Di dawiyê de, em hêvî dikin ku sala 2026’an bibe saleke diyaloga neteweyî ya cidî û berpirsiyar, û destpêkek rastîn ji bo avakirina Sûriyeyeke modern, ewle û demokratîk ku hêjayî qurbaniyên gelê xwe û dîroka xwe ya dewlemend be.
Sersala we pîroz be, û sala nû ji bo Sûriyê û gelê wê bibe sala aştî û hêviyê.

