Daxuyanî ji raya giştî re

Di dema ku Sûriye di qonaxek krîtîk û girîng re derbas dibe, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di 10`ê Tebaxê de daxuyaniyek serokatiyê weşand û sûc û binpêkirinên ku li dijî sivîlên li Siwêdayê çêbûn şermezar kir û tekezî li ser girîngiya parastina hemû gelê Sûriyê bêyî cûdahî û garantîkirina gihandina alîkariyên mirovahî bi awayekî giştî, ewle û bêyî astengî, kir.

Di dema ku Rêveberiya Xweser daxuyaniyê pêşwazî dike, pesin dide û qîmetê dide wê, em piştgiriya xwe bi hemû herêmên Sûriyê re ku rastî binpêkirinan hatine, diyar dikin. Her wiha amadebûna xwe ya tevahî ji bo beşdarbûna her xebateke navneteweyî ji bo parastina sivîlan, misogerkirina hesabpirsîna dadwer û hesabxwestina ji sûcdaran li gorî pîvanên navneteweyî, radigihînin.

Piştrastkirina biryarnameya 2254`an û pîvanên wê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY`yê ve çarçoveyeke pir girîng û berfirehe ji bo pêkanîna veguherînek siyasî rast li Sûriyê pêk tîne û beşdariya hemû hêzên çalak li ser erdê – di nav de Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî (QSD) temsîla wê dike ji ber aliyekî sereke di hevkêşeya Sûriyê de, şerê li dijî terorê û parastina aramiyê, misoger dike. Rêveberiya Xweser bawer dike ku her pêvajoyeke siyasî ku hêzên çalak ên ku nûnertiya îradeya bi mîlyonan gelê Sûriyê dike ji holê rake, dê netemam be, metirsiya têkçûnê hebe û encamên wê yên giran dê hebin.

Her wiha Rêveberiya Xweser bawer dike ku daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hatiye dayîn lihevhatî ye bi şertên peymana 10`ê Adarê re ya di navbera Şam û QSD`ê de û her wiha bi encamên Konferansa Yekhelwesta pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku di 8`ê vê mehê de li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Li gorî vê yekê, Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ya giştî nîşan dide ku beşdarî pêkanîna bendên biryara NY`yê 2254`an bibe di avakirina Desteyeke Rêveberiya Veguhêz a berfireh û pêbawer de, rawestandina operasyonên leşkerî û gefên ji çi aliyekî, nivîsandina destûreke nû ya li ser bingeha lihevkirinê, avakirina hikûmeteke veguhêz ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigre, berdewamiya têkoşîna li dijî terorê û vegera ewle û aram a kesên ku bi zorê koçber bûne ji herêmên wan ên resen re û heta bighêje lidarxistina hilbijartinên azad û dadwer di bin çavdêriya NY`yê de.

Her wiha Rêveberiya Xweser tekeziyê li ser girîngiya ku NY`yê roleke girîng û bibandor di vê qonaxê de bilîze û ew jî bi rêya diyalogeke niştîmanî berfireh li ser bingeha konferansên piştî hilweşandina rejîmê hatine lidarxistin ku hemû aliyên sûrî bê cûdahî bigre nav xwe. Ew jî ji bo garantîkirina avakirina Sûriyeke demokratîk pirreng û yekgirtî ku rêzdariyê dide mafê hemû welatiyan û xwestekên wan di azadî, aştî û edaletê de pêk bîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
12`ê Tebaxa 2025`an