Daxuyanî ji raya giştî re

Êrîşên ji aliyê komên girêdayî hikûmeta demikî ya Sûriyê ve têne kirin, binpêkirinên cidî yên pê re, ne tenê gefan li aştiya sivîl dixe, lê belê di heman demê de tevahiya herêmê dixin xetereyeke mezin de di demekê de ku pêwîstiya qonaxa heyî bi mezintirîn astên berpirsiyarî û koordînasyonê heye da ku li hember zehmetiyên hevbeş bisekine û di serî de xeteriya terorê.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser bi awayekî taybet hişyarî ji xeteriya nêzîk a li ser zindana ku girtiyên terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê dide. Ji ber berdewamiya êrîşên leşkerî li derdora herêmê dibe ku rewşa ewlehiyê ya zindanê bêaramî bike û bibe gefek rast a jinûve aktîvkirina şaneyên rêxistina terorîst. Ev yek ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ji bo Sûriyê, herêmê û tevahiya cîhanê dê encamên giran bi xwe re bîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekez dike ku parastina navendên girtinê û kampên koçberan di serî de zindanên girtiyên DAIŞ`ê berpirsiyariyeke kolektîf e û pêwîstî bi rawestandina yekser a hemû şêweyên binpêkirin û êrîşan, rêzgirtina qanûna mirovî ya navneteweyî û misogerkirina ewlehiya sivîlan û saziyên jiyanî, heye.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser bang li Koalisyona Navneteweyî dike ku mezinbûn û xeteriya rewşa heyî nas bike hemû berpirsiyariyên xwe bigire ser xwe û bi awayekî cidî û yekser bixebite da ku binpêkirinên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî hikumeta demikî ve têne kirin bidawî bike û pêşî li her kiryarekê ku gefan li aramî û ewlehiyê dixe û xebatên şerê li dijî terorê sînordar dike, bigire.

Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe ya parastina gelên herêmê û berdewamiya pêkanîna erkê xwe di şerê li dijî terorê de nû dike û di heman demê de tekez dike ku ew ê li hember her gefê li dijî ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêkar nemîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê

17`ê Çileyê 2026`an