Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Trafîkê di derbarê zêdebûna qezayên trafîkê de

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê’ hejmara qezayên trafîkê li herêmê ragihand. Sedemên sereke di serî de leza zêde û nepejrandina zagonan û rêziknameyên trafîkê ne. Nepejrandinên xwe ya bi hewldanên berdewam ji bo baştirkirina ewlehiya trafîkê dubare kir.

Daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya derxistî ji Rêveberiya Giştî ya Trafîkê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêveberiya Trafîkê qezayên trafîkê yên dawî zêdebûna wan dişopîne li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibe sedema ku gelek can jiyana xwe ji dest bidin, yan jî û birîndar bibin , lewma bandorek neyînî li ser ewlehiya civakê dike.

Ev rastî ji me hemûyan tê xwestin, sazî û kes, ku bi cidî li ser sedemên wê bisekinin û berpirsiyariyên xwe yên ji bo parastina jiyana mirovan bicidî bigrin.

Sedemên sereke yên van qezayan di serî de leza zêde, nepejirandina zagon û rêziknameyên trafîkê, derbasbûna çewt û karanîna ne ewle ya wesayîtan. Hin rewşên xemsariyê û nebûna lênêrîna birêkûpêk a wesayîtan jî bûne sedema rêjeyên bilind ên qezayan.

Li gorî vê yekê, Rêveberiya Trafîkê li ser van tiştan tekez dike û hin xalên sereke derxist;

1.Bicîhanîna hişktir a qanûnên trafîkê li dijî binpêkaran û berpirsiyargirtina her kesê ku jiyana yên din dixe xetereyê.

2.Ji ajokaran were xwestin ku bi tundî pabendî sînorên lezê bibin û bi îşaret û rêziknameyên trafîkê tevbigerin.

3.Bi alîkariya medyayê û rêxistinên civakî kampanyayên hişyariyê bidin destpêkirin ji bo ku çanda ewlehiya trafîkê belav bibe.

4.Xurtkirina tensîqê bi dezgehên tenduristî û ewlehiyê re ji bo misogerkirina bersivdayîna bilez ya li hember qezayan û kêmkirina windahiyan.

5.Bang li malbat û civakê bikin ku bi şîretkariya berdewam ji bo ajokaran, bi taybetî ciwanan, beşdarî kêmkirina qezayan bibin.

Rêveberiya Trafîkê ji bo qurbaniyên qezayên trafîkê xemgîn e û ji birîndaran re başbûnek bilez dixwaze jî, ew pabendbûna xwe ya bi xebata berdewam ji bo baştirkirina ewlehiya trafîkê nû dike û bang li hemî ajokaran dike ku berpirsiyariyên xwe yên mirovî û qanûnî ji bo parastina jiyanan bigirin ser xwe.

Berpisîyar bin bi zagonên trafîkê, ku berbisyariya her kesî ye, û hevkarî rêya me ye ji bo parastina jiyanan.