Daxuyaniya Yekîtiya Şaredariyan derbarê redkirina ne gihîştina tîmên agirkujiyê û alîkariyê’ ji bo perava sûriyê
- 18-08-2025

Yekîtîya Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê derbarê redkirina tîmên agirkujiyê û kelûpelên alîkariyê yên ku amade kiribûn ku ber bi deverên peravê ve biçin ku bi rojan e şewatên berfireh lê hene. Daxuyaniyek da
Di Daxuyaniyê de wiha hat got:
Di demekê de ku perava Sûriyê rastî agirên wêranker hat ku daristan û xanî wêran kirine û zirarên gelek mezin dane milkê gelê me li wir, em bi xemgîniyek kûr êşa mirovî û jîngehê ya ji ber vê karesatê dişopînin
Yekîtiya Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji saetên pêşîn ve, amadebûna xwe a tam ji bo dabînkirina hemî alîkarî û çavkaniyên berdest, di nav de tîmên agirkujiyê û pêdiviyên alîkariyê, ragihand. Ev ji baweriya me tê ku çi bi serê her deverek Sûriyeyê de were, bi serê me hemûyan de tê û ev erkek neteweyî û exlaqî ye.
Lê belê, em xemgîn in ku ev alîkarî negihîşt xelkê me yê li peravê ‘di demekê de ku ew pir hewcedarê her cûre piştgirî û alîkariyê ne. Em tekez dikin ku divê karesatên xwezayî li ser hemî ramanên siyasî û rêveberî serdest bin, û hevgirtina di navbera Sûriyan de di rewşên wiha de pêdiviyek mirovî û neteweyî ye.
Em, di Yekîtiya Şaredariyan de, helwesta xwe ya xurt a li kêleka gelê xwe li seranserê Sûriyeyê ji nû ve piştrast dikin, û amadebûna xwe ya domdar ji bo pêşkêşkirina her piştgirîyek gengaz her gava ku derfet çêbibe, bi baweriya bi prensîba çarenûsek yekgirtî û berpirsiyariya hevbeş , tekez dikin
Dilovanî ji qurbaniyên vê karesatê re, û ewlehî û rizgarî ji gelê me yê mexdûr re.