Dayîreya Ragihandinê ji bo amadekirina lîsteya cîbcîkar a qanûna ragihandinê, civînek lidar xist
- 29-10-2025
Li gorî biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina komîteyekê ji bo amadekirina lîsteya cîbcîkar a qanûna ragihandinê, Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser civînek ji bo amadekirina lîsteya cîbcîkar a qanûna ragihandinê, lidar xist.
Endamên komîteya amadekar a amadekirina lîsteya cîbcîkar a qanûna ragihandinê ku ji 15 xebatkarên di warê ragihandinê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm tekez kir kuu komîte dê lidarxistina civînên xwe dewam bike da ku lîsteya cîbcîkar temam bike û tê payîn ku ji Meclisa Rêveber re were şandin da ku were nîqaşkirin û erêkirin.
Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26`ê Tebaxa 2025`an de di civîna xwe 116`an de, qanûna ragihandinê erê kir.

