Derbarê me de

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneueke rêveberî ye ku di sala 2018’an de hate damezrandin da ku karûbarên herêmê li gorî pîvanên demokrasiya sosyalîst, edaleta civakî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên etnîkî û olî de birêxistin bike. Rêveberî nûnertiya çarçoveyeke siyasî û rêveberî dike ku meclisên herêmî, desteyên sivîl û saziyên xizmetguzariyê tîne cem hev da ku pêwîstiyên civakê pêk bîne û bi awayekî rasterast beşdarî biryardanê bibe.

Nêrîna me ji bo pêşeroja Sûriyê

Em bawer dikin ku pêşeroja Sûriyê divê li ser sîstemeke demokratîk a nenavendî be ku maf û azadiyên hemî Sûriyan bêyî cudahî garantî bike û itîrafê bi pirrengiya etnîkî, çandî û olî wekî çavkaniyek dewlemendiya civaka Sûriyê, bike. Em hewl didin ku Sûriye dewletek yekgirtî, pirreng b li ser bingeha serdestiya qanûnê û li ser pîvanên edalet û wekheviya di navbera jin û mêran de were damezrandin.

Dîroka damezirandina me

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2018`an de wekî encama xebatên hevbeş ên pêkhateyên cûda yên herêmî de. Piştî salan ji xwerêxistinkirinê li ser asta herêmî û ji destpêka damezrandinê ve, ji bo avakirina saziyên sivîl û xizmetguzariyê û pêşxistina nimûneyek rêveberiya sosyalîst ku îradeya gelên herêmê nîşan dide û jiyana hevbeş û aştiya sivîl xurt dike, xebitiye.