Desteya Çandê beşdarî şahiya bidawîkirina sala yekê a xwendinê a paymengeha Bilind a Hunerê bû
- 02-07-2025
Hevserokên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El-Fehed û Serferaz Şerîf beşdarî merasîma bidawîkirina sala yekê a xwndinê a ya paymengeha Hunerê ya Bilind ku duh êvarê li bajarê Dêrikê hate lidarxistin , bûn.
Di şahiyê de, hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhaf El-Fehed axivî û tê de ked û xebata hunermend û pisporên peymangehê pesn da û bidawîbûna sala xwendinê li xwendekaran pîroz kir.
Şahî bi pêşkêşkirina şano û stranên ku temsîla gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike ,bidawî bû.

